Yildiz ê MHP'î: Rapora komîsyonê bi lihevkirineke teqez dê di mehekê de amade be

Parve bike:
ENQERE - Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, diyar kir ku rapora komîsyona Meclisê bi lihevkirina teqez a partiyan re dê di mehekê de were amadekirin. 
 
Koma nivîsîna rapora komîsyona meclisê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin, civiya. Ji endamên komîsyonê Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz ku di koma nivîsê de cih digire, beriya civînê pirsên rojnamegeran bersivand. Yildiz, got ku dê ji ewil sernavan tespît bikin û di rojên pêş de jî dest bi nivîsandinê bikin. Yildiz, got: “Ji ewil dê li ser sernavên lihevkirî bê axaftin û rapor jî dê di nava vê mehê de were amadekirin. Her kesî gotina xwe kir û dê lihevkirineke teqez bibe. Standart diyar in, kodên avakirina Komara Tirkiyeyê diyar in û tiştekî li ser were axaftin tune ye. Em ê di vê çarçoveyê de rûnin û lihev bikin. Heke Qanûna Înfazê were derxistin dê Yasaya Înfazê jî di nav wê de cih bigire. Dê li gorî destûra bingehîn be.” 
 
Endamê komê yê CHP’î Mûrat Emîr jî got ku dê têkildarî hûrgiliyên raporê biaxivin.