Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir 2025-12-22 12:42:09 ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dest pê kir.  Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dest pê kir.    Şandeya DEM Partiyê hate Navenda Giştî ya CHP’ê û ji hêla Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr ve hate pêşwazîkirin.    Şandeya Îmraliyê û CHP’î piştre derbasî eywana civînê bûn. Ozel, şande li ber deriyê eywanê pêşwazî kir.