Notayên muzîkê jî bûn şîfreya rêxistinî!

  • rojane
  • 09:07 26 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Eskîşehîrê, di hevdîtinên vekirî de axaftina bi kurdî hatiye qedexekirin û gardiyan û polîs pev re davêjin ser qawîşan. Her wiha îdareya girtîgehê ji bo notayên muzîkê yên hatine şandin jî gotiye "bişîfrekirina rêxistinî" ye û qedexe kiriye. 

Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê, binpêkirinên mafan zêde bûne. Can Çildir ku ji bo girtî Emre Can bibîne çûye girtîgehê. Çildir, anî ziman ku îdareya girtîgehê nahêle malbat bi kurdî biaxivin. 
 
Çildir, got: "Li hêlekê tecrîda li ser Ocalan didome, li hêla din jî civak, girtî û hikumxwar jî tên tecrîdkirin. Di demên dawî de di hevdîtinên girtî û vekirî de hin pirsgirêk rû didin. Bi taybetî jî ji bo malbatên bi kurdî diaxivin. Malbatên ji bo dîtina xizmên xwe tên, gardiyan ji wan re dibêjin 'Hûn bi çi zimanî diaxivin! Divê em zanibin ka hûn çi diaxivin. Hûn ji hev re çi dibêjin.'" 
 
POLÎS Û GARDIYAN PEV RE DAVÊJIN SER QAWÎŞAN
 
Çildir, anî ziman ku her wiha pêwendiya di navbera girtiyan de jî tê astengkirin û got, di dema sohbet û nîqaşên girtiyan de davêjin ser qawîşan. Çildir, got: "Bi taybetî jî di dema nîqaşan de. Sirf ji bo girtî pev re sohbet û nîqaşê nekin davêjin ser qawîşan. Polîs û gardiyan pev re davêjin ser qawîşan. Ên li ber vê radibin jî gef li wan tên xwarin û ji wan re dibêjin 'Ferman e. Em ê vî îşî bikin. Heger hûn îtiraz bikin em ê bi hawakî din tev bigerin.'" 
 
POSTE TÊN ASTENGKIRIN 
 
Çildir, diyar kir ku nameyên bi kurdî nagirin û daxwaznameyên girtiyan ên ji bo vê rewşê jî bê awayekî neyînî tên bersivandin. Çildir, got: "Çend hevalên li wir pirtûkan dinivîsin. Gava dosyeyên xwe ji weşanxaneyan re dişînin tn desteserkirin. Îdareya girtîgehê derpêş dike ku 'gotinên der barê rêxistinê' de tê de hene. Her wiha namey û wêneyên ji derve re tên şandin jî nayên şandin." 
 
NOTAYÊN MUZÎKÊ 'BIŞÎFREKIRINA RÊXSTINÎ YE!' 
 
Her wiha Çildir, destnîşan kir ku li hundur xebatên ji bo çand û hunerê jî tên astengkirin û got: "Xêzkirina resman an jî gava girtî bixwazin noteyên muzîkê bişînin derve nahêlin. Îdare dibêje, 'bifşîfrekirina rêxistinî' ye û naşîne. Her wiha esntrumanên muzîkî ku girtî dixwazin ji girtîgehên din re bişînin, îdareya girtîgehê nahêle. Yanî li girtîgehê bi her awayî tecrîdek heye."