Rapora der barê îşkenceya li Xelfetiyê: Îşkence tuneye

  • rojane
  • 09:07 26 Sibat 2020
  • |
img

RIHA - Di sala 2019'an de li Xelfetiyê 54 kes hatibûn îşkencekirin û wî wêneyê wan ê dema li qereqolê serdevkî hatibûn dirêjkirin di çapemeniyê de cihekî mezin girtibû. Cendirmeyan rapora pêzaniyê ya der barê îşkenceyê de amade kir û di raporê de hatiye îdiakirin ku "kes nehatiye îşkencekirin." ATK'ê jî di rapora xwe gotiye: "Tenê canê wan çelitiye, lê ev jî ne tiştkî kujende ye." 

Di 18'ê Gulana 2019'an de li Taxa Dêrto ya navçeya Xelfetî ya Rihayê pevçûnek çê bûbû û piştî pevçûnê li Xelfetî û Hewangê 54 kes hatibûn binçavkirin û kesê hatibûn binçavkirin hatibûn îşkencekirin. Di çarçoveya lêpirsînê ya der barê îşkenceyê de rapora pêzaniyê hatiye amadekirin. Rapor li gor dîmenên li nexweşxanê û dîmenên kamerayan hatiye amadekirin. Di rapora ku cendirmeyan amade kiriye de, dîmenên 12 rojan ên Şaxa TEM'ê, Edliyeya Rihayê, nexweşxane û Qereqola Yaylakê hatine lêkolînkirin. Lê belê di raporê de hatiye îdiakirin ku "kes nehatiye îşkencekirin. Her wiha Saziya Tiba Edlî (ATK) jî ji bo raporên nexweşxaneyê gotiye, "Tenê canê wan çelitiye, lê ev jî ne tiştkî kujende ye." 
 
Di raporê de îfadeyên 18 kesên ku diyarkiribûn hatine îşkencekirin cih girtine. Yek ji kesên di raporê de beyanên wî cih girtine jî Cindî Zîncîrkiran e. Zîncîrkiran diyar kiriye ku hatiye îşkencekirin û gotiye: "Em birin şaxa TEM'ê û dû re em xistin nezaretxaneyê. Dotira rojê êvarî ez îşkence kirim... Kîsek xistin serê min. Ji paş ve destên min girêdan. Kincên min ji min kirin, hemûyan... Ceryan dan devera min a taybet. Tam 12 rojan 8 caran bi her carê bia wayekî din dihatim îşkencekirin. Bi destên xwe devera min a taybet dijidandin û bi tiştekî di destê wan de lê didan..." 
 
Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Parêzer Gokhan Dayik, destnîşan kir ku ji sala 2015'an ve li Rihayê îşkenceyeke sîstematîk heye û gelek caran bûne şahid. Dayik, anî ziman ku herî dawî bûne şahidê îşkenceya li Xeleftiyê û got, muwekîlên wî jê re gotine hatine îşkencekirin. Dayik, destnîşan kir ku di rapora ku cendirmeyan amade kiriye de tê gotin îşkence û muameleyeke xirab çê nebûye. 
 
Dayik, anî ziman ku 3 cendirmeyan rapor amade kiriye û got: "Ev rapor ne raporeke bêalî ye. 8 rûpel e û dîmen hatine qutkirin. Ne raporeke cidî ye. Tenê ji dîmenên TEM'ê û nexweşxaneyan pêk tê. Di rapora di dest me de tê gotin ku îşkence hatiye kirin. Rabûne henekê xwe bi aqolê mirovan dikin ûd ibêjin, 'Îşkence û muameleyeke xirab nebûye'. Sirf ji bo ser vê dosyeyê bigirin raporên wiha amade kirine. Rapora ATK'ê jî dibêje, tiştekî talûke tuneye, tenê çend heb çelitîn hene. Îşkence îşkence ye, îca çend heb çelitîn?"