'Pêdivî ne bi kona, bi konteyneran heye'

  • rojane
  • 09:01 26 Sibat 2020
  • |
img

WAN - Berdevkê Desteya Koordînasyona TMMOB'ê yê Wanê Îsmet Bîlmez, li gundên Elbakê yên erdhej lê çê bûn lêkolîn kirin. Bîlmez, bal kişand ser şert û mercên demsalan û got "Ne kon divê konteyner bên şandin."  

Di 23'yê Sibatê de ji ber erdheja li bajarê Xoy ê Îranê pileya wê 5.9 bû, li hin gundên Wanê 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, gelek kes jî birîndar bûbûn. Gelek avahî jî xera bûbûn. Heyeta Desteya Koordînasyona TMMOB'ê ya Wanê çû cihê taxên Elbakê û lêkolîn kirin. Berdevkê Koordînasyonê Îsmet Bîlmez ku di nav heyetê de cih girt, bal kişand ser şert û mercên demsalî û got, ne kon divê konteyner bên şandin. 
 
Bîlmez, diyar kir ku heyeta wan çûye taxa Gelenler, Ozpinar û Begendîkê û lêkolîn kirine û got, ji sedî 95'ê avahiyan xirab bûne. Bîlmez, anî ziman ku avahiyên hilweşiyane ji sedî 96 ên bikerpîç bûne û got: "Çend xanî mane, ên mayî jî êdî nayên bikaranîn û hema bêje gund bi temamî çûye." 
 
'KONÊN HATINE BELAVKIRIN NE LI GOR ŞERT Û MERCÊN DEMSALÎ NE' 
 
Bîlmez, anî ziman ku hê pêdiviyên mexdûran nehatine şandin û got, konên hatine şandin ne li gor şert û mercên demsalê ne. Bîlmez, destnîşan kir ku divê pêşî ji dêvla konan konteyner bên şandin û got: "Meela li gundekî 120 mal lê, duh na pêr 20-30 kon hatibûn şandin. Me jî li ser rê TIR'ên kon di wan de hebûn dîtin. Me pêwendî bi ekîba AFAD'ê re danî. Gotin, wê konan belav bikin. Pirsgirêkek din jî, piştî dinya germ bibe wê berf bihele û wê herî çê bibe. Ev jî tê wateya ku wê hîn bêtir şil bibin, hîn bêtir bicemidin. Divê pêşî konteyner bên şandin. Konên hatine şandin ne li gor şert û mercên zivistanê ne. Divê rayedar dmeildest pêdiviyên wan ên xwarin û vexwarin û yên hêwirandinê bişînin. Welatî ji tirsa nikarin têkevin malên xwe. Gotin, li derve radikevin." 
 
Bîlmez, bal kişand ser erdheja sala 2011'an û got: "Tişta me dît, nîşan dide ku hê jî tevdîr nehatine girtin. Piştî erdheja 2011'an de diviya veguherîna bajêr pêk bihatana. Mixabin ew gundên em çûnê hema bêje avahiyek wan jî ne ên nû bûn. Ev jî nîşan dide ku hê jî ders nehatiye girtin. Ji bo veguherîne tu plansiziyek, tu bernameyek pêk nehatiye. Mixabin gava erdhej pêk tê dikeve rojeva me."