Hevşaredarên HDP'î hatin gel hev

  • rojane
  • 10:39 13 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - Hevşaredarên HDP'î ku li Amedê di bin serokatiya Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli hatin gel hev, pirsgirêkên ku di rêveberiyên herêmî de hene nîqaş kirin. 

 
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên Amedê, li Navenda Çand û Kongreyê di bin serokatiya Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli hatin gel hev. Civîna ku ji bo çareseriya pirsgirêkên di rêveberiyên herêmî de û dayîna xizmeta baş a gel hat kirin de pirsgirêkên bajar hatin nîqaşkirin. 
 
'EM GIRANÎ DIDIN XEBATÊN KONSEYA BAJÊR'
 
Hevşaredar Mizrakli ku di civînê de axivî, derbarê serdana heyeta Yekitiya Navbera Parlamenteran a girêdayî Neteweyên Yekbûyî agahî da. Mizrakli qala xebatên ku piştî rêveberiya şaredariyê dewr girtine kir û ev tişt got: "Li ser navê bi hev re rêveberina bajêr, em giranî didin xebatên Konseya Bajêr."  
 
'DIVÊ GABB DÎSA BÊ AKTÎFKIRIN'
 
Mizrakli destnîşan kir ku dê di nêz de dest bi pêvajoya ji nû ve avakirina Yekitiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatoliyê (GABB) û bal kişand ser giringiya rola GABB'ê ya ji bo pêşxistina rêveberiyên herêmî. Mizraklî di berdewama axaftina xwe de derbarê dermankirinê ku li bajêr bû sedema bertekan jî agahî da û ev tişt anî ziman: "Di mijara dermankirinê de divê bi xebateke bi bandor û zanîst hînbûnên berê bên terkkirin. 
 
Piştî axaftina Mizrakli hevşaredarên navçeyan derbarê xebatên xwe de agahî dan. Hevşaredarên navçeyan diyar kir ku bi koordînasyona ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bê avakirin de dikarin pirgirêkên ku hene çareser bikin.