Formayê Amedsporê nedan girtiyan

  • rojane
  • 10:10 13 Hezîran 2019
  • |
img
WAN - Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê rêveberiya girtîgehê rojname, name, kovar û formayên Amedsporê nadin girtiyan. 
 
Hat hînbûn ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê rêveberiya girtîgehê rojname, name û kovaran nadin girtiyan. Dîsa formayên Amedsporê ku ji girtiyan re hatibûn şandin jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatin qebûlkirin. Girtiyên bi rêya xizmên xwe yên ku çûn hevdîtina ragihandin ku sewqê wan ên nexweşxaneyê jî nayê kirin.