ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • rojane
  • 09:00 13 Hezîran 2019

*  Li Pirsûsa Rihayê par xizm û parêzkarên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Hecî Esvet Şenyaşar û du kurên wî kuştibûn. Di lêpirsîna hat destpêkirin de tenê ji malbata Şenyaşara Fadil Şenyaşar hat girtin. Parêzerê dosyeyê Hîdayet Enmek, got: "Tê xwestin komkujiyê bidin jibîrkirin." 

* Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, Hevseroka HDP'a Edeneyê Gulseren Tûral jî di nav de 8 jê HDP'î 12 kes hedef girtibûn. Der barê kesên navbirî de bi îdiaya "dadgeha gel ava kirine" îdiana me hat amadekirin û hat xwestin cezayê muebeta giran li wan bê birîn. 
 
* Li Wanê îsal di meha Sibatê de polîsan 3 zarokên temenê wan di navbera 14-17 salan de binçav kiribûn û ew îşkencekiribûn. Di ser vê bûyerê re 4 meh derbas bûne lê belê hîn jî der barê berpirsiyaran de tiştek nehatiye kirin. 
 
* Esnafan anî ziman ku sedema sereke ya krîza aborî pirsgirêka kurd û polîtîkayên hikûmetê ne û tekane rêya xelasiyê aştî ye. 
 
* Navenda Lêkolînên Qadî ya Polîtîk û Civakiyî, li Amed, Mêrdîn, Êlih û Wanê bi 500 malbatî re der barê krîza aborî de axivî. Ji beşdaran 94.3 jê diyar kirine ku tesîr ji krîza aborî girtine, 63.3 ji sedî jî destnîşan kirine ku ferdên malbatê betal mane. 
 
* Li Dêrsimê ku bi nebatan deşt û zozanên xemilîne, guldexûn bedewî û xweşikbûneke bêhempa lê bar dikin. 
 
* Cîgirê Serokatiya Giştî ya CHP'ê Onûrsal Adiguzel, der barê xebatên ji bo hilbijartina Stenbolê de agaî dan û got: "Di hilbijartina 31'ê Adarê de çawa em ketin pêyî dengekê jî û me nehişt encam biguhere, em ê ji bo 23'yê Hezîranê jî heman xebatê bi rê ve bibin." 
 
* Lîstikvanên jin ên 1955 Batman Belediyesporê, li deplasmana Kayseriyê ji ber bi kurdî axivîn, heqaret li wan hat kirin. Lîstikvan Zehra Acar, diyar kir ku ew ê li her derê bi kurdî biaxivin û bang li federasyonê kir ku peywira xwe bi cih bîne. 
 
* Halef Yîgît ku li dijî tecrîdê 142 rojan di greva birçîbûnê de ma, deklarasyona 7 xalî ya Ocalan wek "ji bo gelan projeya jiyana wekhev" şîrove kir û got: "Ji bo derî tam bê vekirin divê têkoşîn berdewam be. Divê raya giştî bi tevahiyî guh bide vê bangawaziyê." 
 
* 2'emîn danişîna 11 sivîlên ku medya îktîdarê got 'Bi operasyona taybet a OSO ji Efrînê binçavkirin û teslîmî MÎT'ê kirin' wê bê dîtin.  (09.30-19.00)
 
*  Danişîna doza Rojnameger û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink wê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran bê dîtin. (10.00) 
 
* 3'emîn danişîna doza Edîtora ETHA Semiha Şahin û nûçegîhana wan Pınar Gayip wê li 23'emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)
 
* Komîsyona Jinê ya Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê wê ji jinên girtî yê herêma Ege re kart bişîne. (14.00)