ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 2 Kanûn 2025
  • |
img

* Şam, yek ji bajarên herî kevnar ê cîhanê ye, ji her alî ve mîna bajarekî birîndar xuya dike. Li ser her avahîyekê, mirov dikare şopa çîrokeke ku ji ber şer nîvcomayî bibîne. "Jiyana asayî" ya ku ji erdnîgariyên din cuda ye didome, nêrîna li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi guherînê kiriye.

 
* Arkeolog Murat Şen diyar kir ku li Wanê restorekirin bêyî analîza têrker a dane û tevnê, bi lez û bez tên kirin û got: "Restorekirina şaş, bîra bajêr xera dike."
 
* Parêzer Ulaş Ertaş, 11'emîn Pakêta Darazê ya ku pêşkêşî Meclisê hatiye kirin û dê sibê li Komîsyona Edaletê were nîqaşkirin rexne kir û got: "Bi vê pêvajoya nû re, divê bi awayekî tevahî û bi Qanûneke Înfazê ya nû newekheviyên di qanûnên înfazê de werin rakirin."
 
* Newala Înê ya li Mazgêrtê ku wekî qada arkeolojîk hatiye qebûlkirin, di hedefa nêçirvanan de ye. Welatiyan xwestin ku li dijî nêçîrvanên ku hem ajalên kûvî dikujin û hem jî gef li jiyana wan dixwin, tavilê tevbîr bên girtin.
 
*Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê Guler Tunç Yerbasan û Abdurahîm Durmuş ku Amîrê Polîsan yê Şirnexê Şuayîp Ogdur gef li wan xwaribû û heqaret li wan kiribû, diyar kirin ku divê kesên tayinkirî rêzê li îradeya gel bigirin û gotin ku ew ê pêvajoyê navborî bişopînin.
 
* Parêzerê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê li şûna wî qeyûm hat tayînkirin, Azad Ozer, beriya danişîna dozê ku dê piştî xerakirina ceza bê lidarxistin axivî, diyar kir ku divê Akiş bê berdan û vegere ser karê xwe.
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.  
 
* Li dijî êrişên ser Elewiyan ên li Sûriyeyê dê li ber Deriyê Çankayayê yê Meclisê daxuyanî were dayin. (10.00)
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45)