Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê

  • rojane
  • 13:58 12 Mijdar 2025
  • |
img

STENBOL - Ekrem Îmamoglû daxuyanî da û got: “Îdianameya ÎBB’ê bi zextê û bi îftîrayan hatiye amadekirin û ji derewên we pêk tê.” 

 
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû ku li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin, têkildarî îdianameya ÎBB’ê ku piştî 237 rojan hate amadekirin, daxuyanî da. Îmamoglû, got: “Îdianameyeke wisa ye ku ji îftîraên nelirêtî û bertîlê derketiye û derbasî hedefgirtina partiya avaker a komarê CHP’ê.” Îmamoglû, daxwaza weşana zindî kir û bang li Meclisê kir ku li peywira xwe rabe. 
 
Îmamoglû, bi domdarî got “îdianame ji îftîrayên kesên gef lê hatine xwarin û derewan pêk tê” û got: “Danişînê zindî biweşînin da ku her kes derewên we bibîne. Hema carekê jî be ji wijdana civakê û hesta edaletê bawer bikin. Em sûcdar in an kesên lêpirsîna neheq meşandin sûcdar in, bila milet biryarê bide.” Îmamoglû, bang kir ku danişîn li ser ekranên TRT’ê zindî were meşandin.