Dê li Stenbolê ‘Turnuwa Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder’ bê lidarxistin

  • rojane
  • 16:52 10 Cotmeh 2025
  • |
img

STENBOL – META-Der, dê ji bo bibîranîna Parlamenterê DEM Partiyê û endamê Şandeya Îmraliyê turnuwayê li dar bixe. Dê serlêdanên turnuwayê heta 11’ê Mijdarê bidome. Maça yekemîn dê di 15’ê Mijdarê de bê lîstin. 

Komeleya Alîgirên Mezopotamyayê, ji bo bibîranîna Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Şandeya Îmraliyê ‘Turnuwa Futbolê ya Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder’ li dar bixe. META-DER’ê, têkildarî turnuwayê li Navenda Çand û Hunerê ya Golge (GKSM) ya li navçeya Esenyurt a Stenbolê daxuyanî da. Keça Sirri Sureyya Onder Ceren Onder Kandemîr û endamên META-DER’ê, endamên “Turnuwa Futbolê ya Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder” , nûnerên GKSM’ê, Platforma Girseya Demokratîk (DKP), Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Esenyurtê beşdarî civînê bûn.  Di civînê de endamê Komîsyona Turnuwa Futbolê ya Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder Muhammet Aslan axivî û diyar kir ku ji bo aştiya welat turnuwa li dar xistine. 
 
BALKIŞANDINA LI SER AŞTIYÊ
 
Keça Onder Ceren Onder Kandemîr, diyar kir ku ji ber turnuwayê bextewar e û got: “A ku herî zêde hêviya me geş dike kombûna kesên aştîxwaz e ku me motîve dikin. Ji ver vê yekê ez spasdarê kesên li vir im.”
 
Axêverên din, di axaftina xwe de bal kişandin ser aştiyê û giringiya turnuwayê û serkeftin ji bo turnuwayê xwestin.
 
 
 

Sernavên din

06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin