104 kes cihê lê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn: Daxwaza aştiyê hêj jî derbasdar e

  • rojane
  • 13:06 10 Cotmeh 2025
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî di bîranîna 10’emîn salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê de axivî û got: “Em ji wijdana kesên 10 sal berê ji bo aştiyê ketin rêyan û hatin Enqereyê de dibînin ku dirûşma aştiyê ya 10 sal berê hêj jî derbasdar e.” 
 
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişî Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê kir. Di êrişê de 104 kes hatin qetilkirin. Bi boneya 10’emîn salvegera komkujiyê, kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi pêşengtiya Sendîkaya Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK), Odaya Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê, li cihê komkujiyê hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û bi sedan kes tev li bîranînê bûn. 
 
‘EW DIJÎN’
 
Girseya li Metroya Ulusê kom bûn li wir heta cihê komkujiyê meşiya. Girseyê pankarta “Em Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nakin” hilgirt. Girseyê li Stasyona Beta ya Garê dirûşmên, “Kujer DAIŞ hevkar AKP”, “Bijî wekheviya gelan”, “Kujer dewlet wê hesab bide” , “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev”, “Şehîdên aştiyê nemirin” û “Dê roj be kujer dê hesabê bidin gel” berz kir. Di bernameya bîranînê de ji ewil rêz hate girtin, piştre navên 104 kesên di komkujiyê de hatibûn qetilkirin hatin xwendin û beşdaran jî ji bo her navekî bi gotina “Ew dijîn” dan. 
 
‘DAXWAZA AŞTIYÊ HÊJ DERBASDAR E’
 
Li vir metna hevpar ji aliyê Hevberdevka Komeleya Astiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakincî ve hat xwendin. Mehtap Sakînciyê destnîşan kir ku 10 sal in ew li pêy edaletê ne û wiha got: “10 sal in xeyala wan a aştiyê pêk nehat. Şerê li niha cihanê diqewimê jî nîşana pêvîstiya daxwaza wan a aştiyê ye. Daxwaza wan niha jî derbasdar e. Heta edalet pêkneyê aştiyeke rastîn nabe. Em têkoşîna xwe ya edalet û aştiye didomînin. Di van 10 salan de di doza komkujiyê de jî polîtikayên bê cezahiştinê dîsa pêk hat. Em ji vê pergalê re dibêjin, gotina me hê neqediya. Em ji wijdana kesên 10 sal berê ji bo aştiyê ketin rêyan û hatin Enqereyê de dibînin ku dirûşma aştiyê ya 10 sal berê hêj jî derbasdar e.”
 
Piştrê jî malbatên qurbaniyan û nûnerên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB axivîn û daxwaza edaletê kirin û gotin heta edalet pêk were ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
BAKIRHAN: HETA AŞTÎ PÊK TÊ DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di bernameya bîranînê de axivî. Bakirhan, destnîşan kir ku ew ê xeyalên wan bi aştiyê pêk bînin û wiha got: “Heta edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke ew edalet li cihekî pêk bihata, rêyedar wê îstîfa bikirina. Lê li vir tu rêyedarek îstîfa nekir. Dema astî û civaka demokratîk pêk hat, hesabê vir jî wê bê pirsîn. Em soz didin ji malbatan re û qurbaniyan re ku heta aştî pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez careke din li ber şehîdên aştiyê bejna xwe ditewînim. Em ê her tim bi malbatan re hevkariyê bikin.”
 
PIŞTÎ BÎRANÎNÊ MEŞ HAT LIDARXISTIN
 
Piştî axaftinan girsê dirûşm berz kirin. Bernameya bîranînê bi danîna qurnafîlan li cihê komkujiyê bi dawî bû. Piştî merasîma bîranînê, girseyê ber bi Edliyeya Enqereyê ve dest bi meşê kir. 
 

Sernavên din

06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin