ROJEVA 26'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-26 09:00:26 * Berdevkê Desteya Koordînasyona TMMOB'ê yê Wanê Îsmet Bîlmez, li taxên Elbakê yên erdhej lê çê bûn lêkolîn kirin. Bîlmez, bal kişand ser şert û mercên demsalan û got, ne kon divê konteyner bên şandin. * Di sala 2019'an de li Xelfetiyê 54 kes hatibûn îşkencekirin û wê wêneyê wan ê dema li qereqolê serdevkî hatibûn dirêjkirin di çapemeniyê de derketibû holê. Cendirmeyan rapora pêzaniyê ya der barê îşkenceyê de amade kir û di raporê de hatiye îdiakirin ku "kes nehatiye îşkencekirin." ATK'ê jî di rapora xwe gotiye: "Tenê canê wan çelitiye, lê ev jî ne tiştkî kujende ye."    * Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Eskîşehîrê, di hevdîtinên vekirî de axaftina bi kurdî hatiye qedexekirin û gardiyan û polîs pev re davêjin ser qawîşan. Her wiha îdareya girtîgehê ji bo notayên muzîkê yên hatine şandin jî gotiye "bişîfrekirina rêxistinî" ye û qedexe kiriye.    * Şêniyên gundê Zahora ku nîviyê wê di binî ava Bendava Ilisûyê de maye, ji ber ku ji 57 parsêlên tahsîsî wan hatiye kirin der barê 30 parsêlî de doz hatiye vekirin nikarin xaniyên xwe çê bikin. Gundiyan xwest ev mesele demildest bê helkirin.    * Li Amedê, qeyûmên hatine tayinkirin 2 hezar û 328 karkerên endamên Sendîkaya Genel-ÎŞ'ê ji kar derxistine û her wiha heta niha ji karkerên doz vekirine 70 jê bi ser ketine, lê belê ew jî nikarin biçin ser karên xwe.   * Piştî hat diyarkirin ku li Îranê jî mirov bi coranavîrusê ketine, li Wanê fiyetê maskeyên medîkal ji sedî 150 biha bûn. Serokê Desteya Rêvebir a Odeya Dermanxaneyan Fîkret Baransel, anî ziman ku maske mirovan ji vîrusê naparêze, a girîng divê mirov temasî canê hev nekin û heta ji wan bê guh bidin paqijiyê.    * Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê dê li Salona Şaredariyê ya Werzîşê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyê bidin û starta xebatan bidin. (11.00)   * Mamosteyê rastî zordariya sîxuriyê hatiye dê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)   * Rojnameger û malbata Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê li Cizîrê hat kuştin dê Aktaş li Goristana Pirsûsê li ser gora wî, wî bê bibîr bînin. (12.00)