Eskerekî Artêşa Mîllî ya Sûriye di şerê Serêkaniyê de mir 2019-10-10 20:46:38   RIHA - Eskerê Artêşa Mîllî ya Sûriye ku beşdarî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, di şer de jiyana xwe ji dest da.    Êrîş û operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li seranserî sînor belav bûye 2 rojin didome. Di topbarana TSK'ê de welatiyên sivîl dibin hedef. Di operasyonê de eskerekî Artêşa Mîllî ya Sûriye jiyana xwe ji dest da. Eskerê Artêşa Mîllî ya Sûriye Sadik Alî ku beşdarî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, di şerê li Rojavayê Resulayn de ket şer û jiyana xwe ji dest da.