Sewqiyeta ji bo Kaniya Xezalan dewam dike 2019-10-10 19:25:22   RIHA - Sewqiyeta leşkerî ya Tirkiyeyê ya ji bo operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ser sînor dewam dike.     Di çarçoveya êrîş û operasyona Tirkiyeyê ya  li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sewqiyeta leşkerî ya ser sînor dewam dike. Di saetên êvarî de, tank û maşineyên zirxî bi TIR'an sewqî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê kirin û bi otobusan jî, leşker sewqî herêmê hatin kirin.