Cara 2'yemîn li Can Holdîngê oprasyon hat kirin: 26 kes hatin binçavkirin 2025-10-17 09:55:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêla oprasyona duyemîn a li dijî Can Holdîngê de 26 kes hatin binçavkirin.   Di pêla operasyona duyemîn a li dijî Can Holdîngê de ji bo 35 kesan biryara binçavkirinê hate dayin. Di operasyonê 26 kes hatin binçavkirin. Kenan Tekdag, rektorê berê yê Zanîngeha Bîlgiyê Remzî Sanver, hevjîna Şakir Can û hevjîna Murat Can jî di nava kesên hatine binçavkirin de ne.   Tevî serokên Lijneya Rêveberiya Bînsat Holdîngê Arafat Bîngol û Cengîz Bîngol, rektorê berê ye Zanîngeha Bîlgiyê Remzî Sanver, Mehmet Kenan Tekdag, hevjina xwediyê Can Holdîngê Şakîr Can Betul Can û hevjina Murat Can Zuhal Can 26 kes ji aliyê Şaxa Midûriyeta KOM'ê ya Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê ve hatin binçavkirin.   Di operasyonê de li navenda şîrketên kesên hatine binçavkirin de gelek materyalên dijîtal û belge hatin desteserkirin.