Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn 2025-07-25 09:04:31   NAVENDA NÛÇEYAN – Di teqîna ku di sondaja bîra petrolê de pêk hat, 7 karker birîndar bûn.   Di somdaja bîra Uçtepe-1 a girêdayî Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ya li ser rêya Amed-Êlihê de, bi şev ji ber gazê teqînek rû da. Piştî teqînê li tesîsê şewat derket.  Komên agirkujiyê û tenduristiyê sewqî cihê buyerê bûn. Ji ber teqînê 7 karker birîndar bûn. Hate zanîn ku karkerên ku sewqî nexweşxaneyê bûne jê 2 kes rewşa wan giran e.   Şewat bi midaxileya komên agirkujiyê ve hate vemirand.   Têkildarî buyerê lêpirsîn hate destpêkirin.