Rapora tundiya li ser jinê: Ji 258 serlêdanan 207 jê tundiya nav malbatê ne

Parve bike:
AMED - Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, diyar kir ku di sala 2025'an de ji 258 jinên ku ji ber tundiyê serî li wan dane, 207 jê di nava malbatê de rastî tundiyê hatine.
 
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Rapora Tundiya li ser Jinê ya sala 2025'an li Salona Konferansê ya Alî Emîrî aşkera kir. Rapor ji aliyê wezîfedara Midûriyeta Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derûnas Zeşaş Koca ve, hate xwendin. Zelal Kocayê bal kişand ser tundiya li ser jinê û ev tişt got: "Tundiya li ser jinê encama serdestiya sîstematîk a pergala civakî ya mêr e ku li ser jinan ava kiriye. Ev tundiya ku mafê jiyanê, yekparçetiya bedenê, ked û azadiya jinan dike hedef, pirsgirêkek polîtîk û binyadî ye."
 
Zelal Kocayê destnîşan kir ku daneyên di destê wan de nîşan didin ku tundî herî zêde di nava malbatê de pêk tê û wiha pê de çû: "Ji 258 jinên ku serî lê dane, 207 jê rastî tundiya nav malbatê, 15 jê jî rastî tundiya mêrên ku hev berdane, hatine. Jin, di pêvajoyên zewacê, bi hev re jiyanê û berdanê de, ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve bi gelek awayên tundiyê re rû bi rû dimînin. Ev dane nêzîkatiya 'qada taybet polîtîk e' careke din piştrast dikin. Tundiya li malê û di nav malbatê de, bi ser têkiliyên hêzê yên serdestiya mêr ve newekheviya civakî ji nû ve hildiberîne. Ev rewş nîşan dide ku tundî ne tesadufî ye, pirsgirêkek polîtîk e û berdewam e. Di serlêdanan de daxwaza herî zêde ya jinan bi 165 serlêdanan piştgiriya aborî bûye. Piştî vê, bi 123 serlêdanan piştgiriya derûnî û bi 54 serlêdanan daxwazên piştgiriya hiqûqî tên. Daneyên di raporê de diyar dikin ku jin ne tenê hewceyî xizmetekê ne; ji bo avakirina jiyanekî ewle, hewceyî mekanîzmayên piştgiriyê yên giştî ne."
 
'BERPIRSİYARIYA RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ JIYANÎ NE'
 
Zelal Koca anî ziman ku nirxandinên der barê ewlehiya jiyanê tundiyê bi zelalî derdixe holê û got: "Di 30 serlêdanan de xetereya ewlehiya jiyanê hatiye tespîtkirin, di 159’an de xetere tuneye û di 52 serlêdanan de jî jinê di dema serlêdanê de rîska ewlehiya jiyanê pêşbîn nekiriye. Ev rewş nîşan dide ku tundî her gav xuya nake, lê her kêlî gefa mirinê ve dibe encam dibe. Em destnîşan dikin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ne alîkariyekî civakî ye, meseleya mafekî bingehîn e. Ji bo jin jiyanekî ewle, wekhev û azad ava bikin, berpirsiyariya rêveberiyên xwecihî xwedî girîngiyekî jiyanî ye."
 
PÊŞNIYAR
 
Zelal Koca ji bo rêgirtina li tundiya li ser jinê ev pêşniyar rêz kir:
 
"Divê stargeh û navendên piştevaniya jinan werin xurtkirin û hejmara wan bê zêdekirin. Divê derfeta mafên hiqûqî bi awayekî lez û bibandor ji bo jinan bê dabînkirin. Divê Qanûna bi jimara 6284'an bê sepandin û kontrolkirin. Divê polîtîkayên îstixdam û perwerdehiya pîşeyî yên ku serxwebûna aborî ya jinan piştgirî dikin, werin xurtkirin. Divê xizmetên bi zimanê dayikê ji bo jinan bê misogerkirin. Tundiya li ser jinê ne çarenûs e. Ev newekheviyek e ku ev pergal hildiberîne û dikare bê guhertin. Divê jin ji bo avakirina jiyaneke birûmet, wekhev û azad werin piştgirîkirin. Ev ne vebijêrkek e, berpirsiyariyekî cemawerî ye. Ev rapor ne encamek e, bangek e."