STENBOL - Li Stenbolê, doza der barê mele Îhsan Perteklî de ku bi sûcê "destdirêjiya zayendî" dihat darizandin, bi hinceta ku kiryar di asta "îstîsmara zayendî" de ye, hat betalkirin û wekî hincet jî vekişandina giliyan hat nîşandan.
Li navçeya Norşîn a Bedlîsê, di 11'ê Tebaxa 2022'yan de, li dijî Îmam Îhsan Perteklî ku ji aliyê Miftîtiya Norşînê ve ji bo qursa Quranê ya pansiyonê hatibû tayînkirin, derketibû holê ku destdirêjî kiriye. Perteklî ku tê îdiakirin ku destdirêjiya zayendî li 13 zarokan kiriye, cihê karê wî hat guherandin. Perteklî ku li Mizgefta Aliya Îzzet Begoviç a li Taxa Kiptaş a li Pendikê ya Stenbolê dest bi kar kir, li wir dîsa bi îdiayên destdirêjiyê re rû bi rû ma. Piştî vê yekê, Rêveberiya Karûbarên Olî di 24'ê Hezîrana 2024'an de karê Pertekli bi dawî kir.
Piştî giliyên di Mijdara 2024'an de der barê Îhsan Perteklî de bi sûcê "êrişa zayendî" doza cemaweriyê hat vekirin. Di biryarê de hat parastin ku Perteklî tenê bi awayekî fizîkî dest daye muştekî û ev wekî êrişa zayendî nayê hesibandin.
Serokatiya Karên Diyanetê jî pêşî cezayê şermezarkriinê da Perteklî, lê paşê dawî li peywira wî anî. BErsûc û parêzerê wî jî sûcan red kirin û derpêş kirin ku şaş hatine fêmkirin.
MA / Omer Îbrahîmoglû