NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê li gelek bajaran ji bo Rojava daxuyanî dan û li dijî venekirina Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê nertek nîşan dan û gotin: “Heke wiha berdewam bike em sînoran nas nakin bi dayîkan mabe em ê wan sînoran ji holê rakin û em ê bi deh hezaran dayîk bikevin wir.”
Meclîsa Dayikên Aştiyê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi boneya piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê û rakirina dorpêçkirina ser Kobanê daxuyanî dan û peyama dilsoziya piştgiriyê ji bo Rojava anîn ziman. Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” çalakiya hevpar û hemdem li dar xistin.
MÊRDÎN
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê têkildarî geşedanên li Rojava û dorpêça li ser Kobanê li Parka Karayollariyê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdîn ê Kamûran Tanhan, endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek dayîk tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” , “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” , “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin” , “Bijî berxwedana Kobanê” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Dayikan pankarta ku li ser “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” dinivîsî vekirin. Di daxuyaniyê de li ser navê Dayîkên Aştiyê Gurbet Tekîn axivî.
Gurbet Tekîn bal kişand ser piştgiriya dewletên navneteweyî ya ji bo HTŞ’ê û wiha got: “Lê wan hêj hêza gelê Kurd nas nekiriye. Îro Kurd yek in. Vê hovîtiya ku li ser zarokên gelê Kurd didin meşandin qebûl nakin. Keziyên keçên me jê dikin, wan di avahiyên sê qatî de diavêjin vê jî li ser navê misilmantiyê dikin. Ev ne misilmantiye xinzirî ye. Li Kobanê zarok ji birçîbûnê, ji sermayê jiyana xwe ji dest didin. Ev yek di tu dînan de tune ye. Daxwaza me ew e ku dengê me bigihe cîhanê.”
Gurbet Tekîn bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û wiha berdewam kir: “Ev pênc roj in TIR’ên alîkariyê yên ji bo Kobanê hatine sekinandin. Em dixwazin rojek berî rojekê ev derî vebin. Li gorî daxuyaniyên wan divê ev derî roja duşemê vebûya. Dayikan amadekariyên xwe kiribûn bi hezar û sed dayîkan em da biçin ber Deriyê Kobanê yê li Pirsûsê. Heke wiha berdewam bike em sînoran nas nakin bi dayîkan mabe em ê wan sînoran ji holê rakin û em ê bi deh hezaran dayîk bikevin wir.”
Gurbet Tekîn bal kişand ser pêvajaya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Salek bi ser pêvajoyê re derbas bû. Dewlet Bahçelî gotibû bila Serokê Gelê Kurd were parlamentoyê di komcivînê de biaxive. Em ê mafê hêviyê pêk bînin. Lê bele heta îro tu gav neavêtine ev jî baweriya gel dişikîne. Ji aliyê Serok ve hemû gavên pêwîst hatin avêtin. Rojek berî rojekê mafê hêviyê yê Serokatî pêk bînin. Ji Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bêtir kes nikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Bandora şerê li Rojava bandorê li her çar parçeyê Kurdistanê dike. Ji bo ku ev pêvajo bi aştiyeke mayînde û bi serkeftî bi dawî bibe, bangawaziya me ji hemû gelan, saziyan ew e ku destê me xurt bikin ku em aştiyeke mayînde pêk bînin.”
Gurbet Tekîn qala piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ û HTŞ’ê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj kefenê polîsên wan şil e lê piştgirî dan DAIŞê demek dilê wan ji bo kesê naêş e. Ne ji bo leşker û polîsên wan ne jî ji bo zarokên Kurdan. Em naxwazin vê dijminatiyê berdewam bikin. Rojek berî rojekê vê pirsgirêkê çareser bikin. Bila hemû sazî, partî û desthilat zanîbe kî li cem gelê Kurd cih negire dê têk biçin yên ku li ba gelê Kurd cih bigire ew ê serkeftî bin. Ji ber ku gelê Kurd mafdar e.”
Gurbet Tekîn destnîşan kir ku heta statuya Kurdan di Qanûna Bingehîn de neyê nas kirin dê li ser pêyan bin û li qadan bin.
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin”, “Rojava rûmet e rûmeta gelê Kurd e” û “Bijî berxwedana dayîkan” bi dawî bû.
AMED
Dayikên Aştiyê li ber AZC Plaza li taxa Ofîs a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava civîneke çapemeniyê li dar xistin. Pankartek bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye" hate vekirin û dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Yek, yek, yek, gelê Kurd yek e" hatin berzkirin. Rêxistina Bajarê Amedê ya DEM Partiyê, rêxistina bajêr a DBP, TJA, şaredarên Amed, gelek sazî û rêxistin û her wiha gelek kes beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Dayika Aştiyê Havva Kiran destnîşan kir ku êrîşên li dijî gelê Kurd bi zanebûn in û got, "Pêvajoyek heye ku salek e berdewam dike, ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Wek dayikan, em her gavek bi hesasiyeteke mezin diavêjin da ku ji her encamên neyînî dûr bikevin. Pêncî û du sal in şer heye. Mixabin, dema ku dor tê ser Kurdan, her kes dibe yek. Lê bila em vê yekê bi zelalî bibêjin: Rojava xeta me ya sor e."
Daxuyanî bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.
WAN
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, di çarçoveya geşedanên li Rojavayê Kurdistanê de li ber Baroya Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pakarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî,parlementer, nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Saadet Oklu li ser navê meclîsê axivî û diyar kir ku ev salek e, Devlet Bahçelî dibêje ku pêvajoyek heye, lê ji aliyekî din ve deriyên sînor girtine û alîkariya ku ji bo gelê Rojava diçe rawestandiye.
Saadet Oklu anî ziman ku ew girtina sînoran qebûl nakin û wiha pê de çû: “Ger ev alîkarî ji bo DAIŞê bûya, ew ê wan derî vekin. Zarokên Rojava çi guneh kirine? Şerê li ser Rojava şerê Bakur, Başûr û Rojhilat e. Wan em kirin çar parçe, lê em yek in. Medyaya Tirkî YPG’ê terorîst bi nav dike, lê kengî YPG’ê sivîl kuştine? Em vî şerê berdewam şermezar dikin. Em baweriya xwe bi pêvajoya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin tînin. Divê Birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
RIHA
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî li dijî ambargoya li ser Kobanê û geşedanên li Rojava li Parka Novada ya navenda Rihayê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partî yên Rihayê, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Sonda me kezîzêren me ne! Rojava rûmeta me ye” nivîsandî hat hilgirtin. Dayikan bênavber dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” berz kir.
Dayika Aştiyê Meyeser Kokmaz ku di daxuyaniyê de axivî anî ziman ku divê alîkariyên ji bo Kobanê hatinê berhevkirin divê demildest derbasî Kobanê bibe û wiha got: “25 TIR’ên alîkariyê hatinê sekinandin. Em dixwazin ew alîkarî demildest derbasî Kobanê bibe. Ji bo wê jî deriyên sînor vekin.”
Dayika Aştiyê Adalet Çay jî destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê deriyê sînor vebibe û ew bang kir: “Zarokên me li wir in. Barê me giran e. Bila şer biqede. Heta aştî pêk were em ê li qadan bin.”
ŞIRNEX
Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Şirnexê li dijî êriş û dorbêça li ser Rojava li cadeya Alanya ya navçeya Hezexê ya Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta, “Sonda kezîzerên me ne rojava rûmeta me ye” hate vekirin. Her wiha dovîzên,” Her keziyek hêvî û azadiyê dihewîne”,” Dayik rûmeta têkoşînê ne” hatin hilgirtin.
Ser navê Dayikên Aşitiyê Behiya Nayir daxuyanî da. Behiye Nayir, bang li hemû dayikan kir ku li dijî êrişên ser gelê Kurd bêdeng nemînin û wiha got: “Gelê me li Kobanê bê av, bê ceyran e. Hê dorbêça li ser Kobanê berdewam dike. Divê ku deriyên van sînoran bên vekirin ku alîkarî ji Rojava re biçe. Em vê zilm û zordastiya li ser gelê me qebûl nakin. Dibê ku tu dayik li dijî van êrişan xwe bêdeng nekin.”
Piştre parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku heta ku dorbêça li ser Rojava bi dawî dibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Têkoşîna nasname û hebûna gelê Kurd a ku bi salane tê dayîn, gelê Kurd birêxistin kiriye, perwerde kiriye. Dayik bi hebûn û sekna xwe pêşengiya têkoşîna gelê Kurd kirine. Dayik dixwazin aşitî çêbibe, dixwazin ku li ser gelê me bes komkujî çêbibin. Dayik îro li qadan dibêjin em ji hemû gelan re çareseriyê dixwazîn. Ne pêkan e ku dayikên Kurd li hemberî vê zilmê bêdeng bimînin. Ev êriş û komkujî dê sedemê têkoşîna me be. Heta ku Rojava aram bibe dê têkoşîna me berdewam bikin. Êrîş, dorbêç heta bê sekinandin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bila deriyê Murşîtpinar vebe û bihêlin alîkarî ji gelê me biçe. Rojava rûmeta me ye bijî berxwedana gelê Kurd.”
Daxuyanî bi tililî û dirûşmeyên,”Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
ÊLIH
Dayikên Aştiyê yên Êlihê li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê têne kirin daxuyanî dan û gotin: “Li wir gelek zarok bê dê û bav, bê cih û war mane. Em dixwazin şerê ku li wir tê meşandin bê sekinandin.”
Dayikên Aştiyê yên Êlihê li dijî êrişên ku li ser rojavayê Kurdistanê têne kirin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlamenterê Êlihê M. Ruştu Tiryakî û, Endamên Komeleya Dayikên Aştiyê, TJA, DADER, ARÎ-DER, ÎHD, MEBYA-DER û gelek nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Sonda me Kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hat vekirin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Ser navê Dayikên Aştiyê Şukran Sîncar daxuyanî da û got: “Gotin sînorê Kobanê vabûye em kêfxweş bûn lê mixabin hê jî venebûye. Em dixwazin ew sînor bê vekirin. Divê xwarin û vexwarin ji kesên ku li wir muhtacin re biçe. Hemû li wir şerpeze bûne û çareya wan tune ye. Li wir gelek zarok bê dê û bav, bê cih û war mane. Em daxwazin şerê ku li wir tê meşandin bê sekinandin. Em daxwazin rojek zûtir ew sînor bê vekirin. Em li ser navê hemû dayikan slav û rêzên xwe ji vir heta Îmraliyê ji birêz Abdullah Ocalan re dişinin.”
Piştîre jî Dayika Aştiyê Meyaser Akdag axivî û ev tişt gotin: “Kobanê kezeba me ye. Em weke dayikên aştiyê şer naxwazin em aştiyê dixwazin. Divê hemû dewletên Ewropa û tevî Tirkiyeyê aştiyeke mayînde bînin ser ruyê dinayayê. Em dayikin, em ê xwe parçe parçe bikin, dîsa jî em ê dest ji dayiktiya xwe bernadin. Heta yek dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin.”
SÊRT
Li Sêrtê Dayikên Aştiyê li pêşberî Rêxsitina DEM Partiyê daxuyanî dan. Dayika Aştiyê Maşallah Arslanê dorpêça li ser Kobanê şermezar kir û got: “Em wek dayik şer naxwazin. Em dixwazin sînor bên vekirin. Li Kobanê zarok ji ber sermê û ji birçîna dimirin. Kîjan wijdan dikare tehemulê vê yekê bike.
Daxuyanî bi dirûşman ve bi dawî bû.
ÎZMÎR
Dayikên Aştiyê, li dijî êrîşên li ser Rojava, li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hate vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Daxuyaniyê Peyruze Kurt xwend.
Peyruze Kurt destnîşan kir ku dayik, ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Murşitpinarê dê bi rê bikevin. Peyruze Kurt da zanîn ku piştî Rojava, pêvejoya diyalogê dest pê kir û got: “Ez spasiya her kesê ku ji duh heta îro ji bo aştiyê û ji bo biratiya gelên Kurd û Ereb ked dane dikim. Berî her tiştî, em spasiyên xwe pêşkêşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Ew di nav çar dîwaran de ji bo rawestandina xwînê û ji bo biratiya gelan têdikoşe.”
Peyruze Kurt, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa mirovî ya li Rojava û derbarê daxwazên dayikan de ev tişt gotin: “Zarok bê şîr û bê kinc mane. Em dixwazin peymana ku hatiye îmzekirin pêk bê û dorpêça li ser Kobanê rabe. Divê balhilgirên alîkariyê yên hatine amadekirin di Deriyê Murşitpinarê re derbas bibin.”
Peyruze Kurt di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku heta ew sax bin dê li dijî şer bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li ku derê dibe bila bibe, naxwazin xwîn birije. Em diyaloga li Rojava bi dilxweşî pêşwazî dikin. Şerê li Rojava zerarê dide pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê. Em dixwazin êdî pêvajo dest pê bike û biratiya gelên Kurd, Ereb û Tirk pêk bê. Em dixwazin
STENBOL
Dayikên Aştiyê yên Stenbolê û Şirnexê têkildarî dorpêça ser Kobanê daxuyanî dan û gotin: Li Rojava Av, nan û kehrebe tune ye. Îro mirov bi ji ber van kêmasiyên jiyana xwe ji dest bidin. Ev yek şerma tevahî cîhanê ye.”
Çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê di 6’ê Çileyê de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku taxên Kurdan bûn, kirin. Piştre êriş berfirehtir kirin û berê xwe dan Rojava. Piştî berxwedana çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat ên Kurdan, hezên hegemon ên plana ji holêrakirinê dan meşandin, neçar man ku paş ve gav biavejin û di 30yê Çile de bi navbenkariya Amerîka û Fransayê peymanek hate îmzekirin. Tevî peymanê jî dorpeça li ser Kobanê 15 roj in didome.
Dayikên Aştiyê yên Stenbolê têkildarî bûyeran li Rojava diqewimin li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Stenbolê daxuyanî dan. Dayik dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Rojava ya me ye, ya rûmeta me ye” berz kirin û pankarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” vekirin. Daxuyaniyê Dayika Aştiyê Rewşan Doner xwend.
Rewşan Doner diyar kir ew ji bo rojavayê Kurdistanê kom bûne in û got: “ Zêdetirî 600 hezar kes li Kobanê di bin dorpeçê de ne. Av, nan û kehrebe tune ye. Di sedsala 21’emîn de zarokên Kurdan bi sedema birçîbûnê jiyana xwe ji dest dide. Em bang dewleta Tirk dikin ku me bi hev re li Tirkiyeyê ava kiriye. Em bang li rayêdarên dewleta Tirk dikin, divê Deriyê Murşîtpinarê vebê. Îro di navbera HSD û HTŞ’ê hatiye îmzakirin. Lê hê jî li ser Rojava dorpeç heye. Av û nan pêwistiya herî girîng e. Îro mirov bi ji ber van kêmasiyên jiyana xwe ji dest bidin. Ev yek şerma tevahî cîhanê ye.”
Di dawiya axaftina xwe de Rewşan Doner anî ziman ku gelê Kurd yek e û ev tişt got: “Em sînoran nas nakin. Ew peymana ku 30’ê Çileyê hatiye îmzakirin em Sûriyeyeke demokratîk dixwazin. Divê mafê tevahî gelan be mîsogerkirin. Pêvajoya ku di 27’ê Sibata 2025’an de hatiye destpêkirin îro ku tişten Rojava diqewime bandoreke neyinî dide pêvajoyê. Devlet Bahçelî got bila Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad bibe. Em jî azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dixwazin. Divê her kes di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabe û divê alikarî bigihijê Kobaneyê.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.
EDENE
Li Edeneyê Dayikên Aştiyê li Qada Beşocakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bi domdarî dirûşma “Gelê Kurd yek e”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana QSD’ê” hatin berzkirin.
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê Suphiya Bayav axivî û ev tişt got: “Kurdistan di dilê Kurdan ye yek parçe ye. Welatek û jiyanek e. Bila ev şer bi dawî be, rêzdar Ocalan pêvajoyê bidomîne û bila pêvajo bi aştiyê bi encvam bibe. Bila dorpêça li ser Kobanê rabe.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ve bi dawî bû.
MERSÎN
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê li Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê daxuyanî da. Dayika Aştiyê Zeynep Aslanê helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Rojava şermezar kir û ev tişt got: “Ji bo çi alîkarî diçin her derê lê dema mesele dibe Kurd alîkarî tên astengkirin. Em vê yekê qebûl ankin. Ger alîkarî neçin em ê biçin ser sînor.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Hezar silav li jinên li Rojava li ber xwe didin”, “Rojava rûmeta me ye” ve bi dawî bû.