Siyasetmedarên jin ên tev li meşê bûn: Divê tavilê azadiya rêzdar Ocalan bê misogerkirin

Parve bike:

AMED - Siyasetmedarên jin ên ku tev li meşê bûn gotin: “Gel geşedanên Rojava û yên Îmraliyê ji hev cuda nabîne. Divê tavilê azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan bê misogerkirin.”

 
Li dijî êrişên li ser Rojava di 1’ê Sibatê Rojava Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê bi deh hezaran kes li Amedê tev li meşê bûn. Beşdaran daxwaza yekitiya neteweyî ya Kurdan, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Adalet Kaya, siyasetmedara Kurd Gulten Kişanek, endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata bi kurtasî rojev nirxandin.
 
Adalet Kaya têkildarî ruhê yekitiya neteweyî ya bi berxwedana Rojava re derkete holê axivî û bal kişand ser gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo “yekitiya netweyî” û ev tişt got: “Li Rojava felsefeya jiyana azad hemû Kurd kire yek. Jiyana hevpar a ku bi gelê din re hate avakirin jiyana hevpar a gelê Kurd jî ava kir. Divê tavilê yekitiya Kurdan pêk were. Xetereyên li ser Kurdan hêj didomin ji bo vê yekitî pir girîng e.” 
 
‘DIVÊ KURD YEKITIYA XWE VEGUHERÎNIN HÊZEKÎ RÊXISTINKIRÎ’
 
Siyasetmedar Gulten Kişanakê diya kir ku divê yekitiya Kurdan veguhere hêzekî rêxistinkirî û wiha axivî: “Ji bo vê divê hemû sazî têkiliyek baş deynin. Divê têkoşînek li gorî yekitiya civakê bê kirin. Ji bo rêxistimbûna civakî divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigirie. Dixwazin yekitiya Kurdan a li çar parçeyan asteng bikin. Azadiya rêzdar Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya çereseriyê rojevekî girîng e.”
 
‘ROJAVA JI ÎMRALIYÊ NE CUDA YE’
 
Endama TJA’yê Ayla Akat Ata, diyar kir ku li çar aliyê cîhanê gel, ji bo gelê Rojava li ber xwe didin û Rojava bi tenê nehiştîn û wiha axivî: “Li qadan dirûşmên ‘bijî berxwedana Rojava’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ tên berzkirin. Ev yek nîşan dide ku gel geşedanên li Rojava ji yên li Îmraliyê cuda nabîne. Divê tavilê azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan bê misogerkirin.”