Akademiya Jineolojiyê der heqê sûcên şer de raporek amade kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Akademiya Jineolojiyê ya Rojava, der heqê êrişên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komkuji û koçberiyê, bi zimanê Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî raporek 34 rûpelî amade kir.

 
Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava, raporek berfireh amade kiriye ku tê de binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên ku Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ), DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê kirine, bi hûrgilî têne belge kirin.
 
Ev pelgeya 34 rûpelî, ji bo dadgehên navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên parastina zarokan hatiye amadekirin. Rapor bi taybetî êrişên sîstematîk ên li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya Helebê û li Kantona Cizîrê (Hesekê, Qamişlo, Çilaxa), Kobanê, Reqa û Tebqayê vedikole.
 
Di dosyayê de sernavên wekî hedefgirtina cihên niştecihiyên sivîlan, koçberkirina bi zorê, komkujî, gefxwarina li ser karkeran, revandin, berdana çeteyên DAIŞ, guhertina demografiyê, binpêkirinên mafên zarok û jinan hene.
Li gorî raporê, di meha Çileya 2026’an de ji Helebê heta gelek bajar û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên bêyî cudakariyê li tax, gund û bajarên sivîlan hatine kirin; di nav wan de êrişên bi çekên giran ên dewleta Tirk a dagirker (SÎHA, tank û top) hene.
 
Di belgeyê de wêneyên sivîlên hatine qetilkirin hene û di nav qurbanan de jin û zarok jî hene.
 
Di dosyayê de dîrok, nav, cih û wêneyan bi hev re di yek belgeyê de hatine berhevkirin.
 
RAPOR BI 4 ZIMANAN HATE AMADEKIRIN
 
Zehriban Hisen, Berdevka Akademiya Jineolojiyê, ji ANF’ê re pêvajoya amadekirina raporê wiha vegot: “Di meha Çile de, êrişên ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyê û piştgiriya dewleta Tirk ve li taxa Kurdan a Helebê hatine kirin, qewimîn. Di van êrişan de gelek sivîl, jin, zarok, kal û leşker hatin qetilkirin, revandin an jî girtin. Piştî ku HTŞ ket taxê, akibeta gelek kesan nediyar ma. Piştî wê jî êrişên giran li herêmên Firatê, ji Kobanê heta Tebqa, Dêrazor û Reqayê hatin kirin. Ji bo belge kirina van sûcan me dest bi xebatan kir û me binpêkirinên meha Çileyê qeyd kirin.”
 
JI BO HEMÛ CÎHANÊ GEF E
 
Zehriban diyar kir ku rapor bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî amade kirine û dê li gorî daxwazên saziyên navnetewî wergera wan li zimanên din jî werin kirin. Zehrîban bal kişand ku DAIŞ di sala 2014’an de ji aliyê Kurdan ve hatibû têkbirin û got: “Piştî ketina Reqayê, wan dîsa ala xwe hildan. Ev gef ne tenê ji bo gelê herêmê, ji bo tevahiya cîhanê jî heye. Belgekirina van sûcan pir girîng e. Piştî rapora giştî, em ê dosyayeke taybet a li ser binpêkirinên li dijî zarokan jî amade bikin. Bi hezaran malbat û zarok neçar man ku koç bikin; ew li dibistan, mizgeft û kampan dimînin. Ev rewş hem bandorê li zarokên koçber û hem jî li zarokên derdorê dike: perwerde, tenduristiya fizîkî û psîkolojîk. Bi van dosyayan em dixwazin bibin dengê gelê xwe yê hatî qetilkirin û em ê wan ji saziyên navnetewî re bişînin û em ê pêvajoyê bi xwe bişopînin.”
 
Zehriban Hisen axaftina xwe bi bangewaziyekê bi dawî kir: “Em bang li hemû tevgerên jin, hêzên navneteweyî û rêxistinên parastina zarokan dikin: Li dijî van binpêkirinan helwest bigirin. ‘Ji komkujiyên zarok û jinan re na’, ‘Ji jiyana aştiyane û hevbeş a kolektîf re ere’ bibêjin.”