Li Amedê jineke hate qetilkirin 2025-07-25 14:53:45   AMED – Li navçeya Sûrê jina bi navê Hêlîn Eren, ji aliyê hevjînê wê ve hate qetilkirin.   Li navçeya Sûr a Amedê duh êvarê, jina bi navê Hêlîn Eren ji aliyê Siyabend Şeker ê ku bi wê re dijiya bi çekê ve hate qetilkirin.    Kujerê Helîn Erenê, Siyabend Şeker piştî bûyerê hate binçavkirin.    Li gorî nûçeya JINNEWS’ê, endamên malbatê rave kirine ku Helîn Eren berî 8 mehan bêyî riza xwe bi nîkaha olî hatiye zewicandin. Hate diyarkirin ku Hêlîn Eren her tim rastî tundiyê û gefa kuştinê hatiye..