Parlementera HDP’ê Surucu: Bi Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin

img

WAN - Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di roja 24’emîn Nobeta Demokrasiyê de axivû û got: “Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji polîtîkayên qeyûm berde. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û aştiyek birûmet bi Birêz Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin.”

 
Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredarên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di roja 24’emîn de berdewam kir. Parlementerên HDP’ê, Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyan Mehmet Kamaç, Dayikên Aştiyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarata “Ne vîna qeyûm, vîna gel em dixwazin” hat vekirin. Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û Mehmet Kamaç di çalakiyê de axivîn. 
 
'QEYÛM DIJMINÊ GELE'
 
Surucu, diyar kir ku 3 şaredariyên bajarên mezin ji aliyê qeyûm ve hatin xespkirin û wiha axivî: “Ne tenê qeyûm tayînê hevşaredarên me kirin. Di heman demê de qeyûm tayînî vîna gelê me, ciwanên me, jinan û vîna 3 bajarên me kirin. Em çarek din qeyûmên vîna gelê me xesp kirin, şermezar dikin. Qeyûm dijminê jin û gelane. Emê heya dawiyê têkoşîna xwe ya li dijî vê xespê berdewam bikin.” 
 
'BI TAYÎNKIRIN QEYÛMAN BERSIV DAN BANGA BIRÊZ OCALAN’
 
Surucu, da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman destkeftiyên jinan hedef girtin û wiha got: “Malê jinan girtin. Bi girtina malên jinan, me dît ku tundiya li dijî jinan zêdetir bû. Pergala qeyûm dixwaze jiyanê ji jin û civakê teng bike. Birêz Ocalan banga ‘ez dikarim pirsgirêka Kurd di hefteyekê de çareser bikim’ ji bo desthilatdariyê kiribû. Lê desthilatdariyê bi tayînkirina qeyûman bersiv da bang Birêz Ocalan.” 
 
'TEKANE MÛXATABÊ AŞTIYEK BIRÛMET BIRÊZ OCALAN E’
 
Surucu, dest nîşan kir ku ew her roj bi kaosekê din şiyar dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her ku dieç kaos mezintir dibe. Ji bo ku ev kaos bi dawî bibe, berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin. Tekan muxatabê aştiyek birûmet jî Birêz Ocalane. Em carek din bang  li desthilatdariyê dikin; dest  ji polîtîkayên qeyûm û xespkirina vîna gel berdin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyek birûmet bi Birêz Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin. Encex aştî karibe vî welatî rizgar bike.” 
 
'TEKANE ÇARESERÎ AŞTIYE’
 
Dûre Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyan Mehmet Kamaç jî, axivî û wiha got: “Tekane çareserî rêbazên aştiyê ne. Divê hemû kes li dijî qeyûman têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
Çalakî bi rûniştina çalakiyê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê