Hevberdevka KÎD’ê Kaya: AKP pêşengtiya xerabî û zilmê dike

img

MÊRDÎN - Hevberdevka KÎD’ê û Parlementera HDP’ê Huda Kaya, qeyûma tayînî şaredariyên HDP’ê kirin nirxand û got: “AKP bi her awayî bêhiqûqiyan dike. Ji ber vê yekê ketiye rewşekê ku pêşengtiya xerabî û zilmê dike.”

 
 Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûm tayinkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin, dewam dikin. Di dema ku çalakî berdewam dikirin de, bi beralîkirina ewlekariyê ji 2’yê Îlonê ve hin malbat bi hincetên HDP’ê zarokên wan şandine çiyê li ber avahiya partiyê ya Amedê çalakiya rûniştinê lidar dixin. 
 
Hevberdevka Kongeya Îslama Demokratîk (KÎD) û Palementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, pêkanînên AKP’ê yên di serdema xwede kirin pratîkê, tayînkirina qeyûman û çalakiya rûniştinê ya hin malbatên bi beralîkirina ewlekariyê ya li ber avahiya HDP’ê nirxandin. Kaya, diyar kir ku ji bo şermezarkirinên qeyûman reş bikin, çalakiya rûniştinê ya li ber HDP’ê organîze kirin. 
 
‘AKP HEMÛ BÊHIQÛQIYAN DIKE’
 
Kaya, anî ziman ku di serdema desthilatdariya AKP’ê ya 17 salan de, civak bi awayekê mezin riziya, dejenere bû, ji bawerî hat xistin û niha jî hatiye asta redkirinê. Kaya, da zanîn ku tu desthilatdar mîna AKP’ê, evqas îxanetê bawerî, nirxên manewî, nirxên mîlî, hizûra civakî û aştiyê civakî nekiriye. Di dîroka komarê de, yên ku herî zêde komkujî pêk anîn û êş dan jiyîn, ên herî zêde zilm li baweriyan kirine. AKP hemû bêhiqûqî û bêedaletî kirin. Dema ev yek kir jî, ji bo xwe ol bi kar anî û bi vê xwest kirînên xwe meşrû bike.” 
 
'AKP BÛYE PÊŞENGÊ XERABIYAN’
 
Kaya di dewama axaftina xwe de wiha got: “Pêkanînên di serdema AKP’ê de, di serdema darbeya leşkerî ya 28’ê Sibatê û 12’ê Îlonê de jî nehatine kirin. Li dijî kesên difikirin, dinivîsin û diaxivin zilmek mezin heye. Ev kes an tên girtin û yan jî tên sîgûn kirin. Wan hewceyî nan û av dikin. Kesên teslîm dibin jî, dibin amûrê vê dejenerebûnê. Di asta em tê dene, AKP bûye pêşengê xerabî û zilmê. Ji vî warî de sînor û xet tuneye. Bi darbeyên siyasî û leşkerî, hemû xerabiyan dike. Êdî wisan bûye darbeyên siyasî û leşkerî jî nikarin kirînên AKP’ê derbas bikin.”
 
'EMÊ BI HEVRE AŞTIYÊ BIXWAZIN’ 
 
Kaya, bal kişan ser çalakiya hin malbatên li ber avahiya partiyê ya Amedê lidar dixin jî û wiha rêz kir: “Desthildarî li ser van malbatan dixwaze ji bo xwe malzemayan ava bike. Desthilatdarî bi vê, dixwaze dayikên Kurd bine beramberî hev. Medya serdest jî vê yekê îstîsmar dike û hewl dide vê çalakiyê civakî bike.” 
 
Kaya di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Em aştiyê dixwazin. Ji ber ku em aştiyê dixwazin bi salane hevserokên me, wekîlên me, rêveberên me û gelê me bedel didin. Dayikên me yên Şemiyê, Dayikên me yên Aştiyê û Dayikên me yên girtîgehê li her qadê rastî tundî û tujiyên tên. Ji roja dest pê kê ve me bi dayikên xwe re dikaribû ku li ser wan derinçeyan rûnin û daxwazên xwe bînin ziman. Divê em herin rûnin. Em jî zarokên xwe dixwazin. Em hemû bihevre zarokên xwe dixwazin. Divê em hemû bi hevre daxwaza aştiyê bikin. Berpirsê şer, desthilatdariya ku biyar dide ye. Qesra ku xwe  li ser xwînê mezin dike ye. Çareseriya vê yekê Meclîse. Divê em vê yekê ji mirovan re vebêjin. Ji ber vê divê em qadên ku desthilatdarî dixwaze îstîsmar bikin, li rûyê wan bixin.”
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

22:13 Zilamê ji ber tecawiz, derbkirin û îstismarkirina zayendî dihat darizandin nehat girtin!
22:04 Li Somayê karkerek jiyana xwe ji dest da
21:26 FED'ê faîz kêm kir
20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene