Onlu: Divê em bingeha hevpar bikin qada civakî

  • rojane
  • 10:43 22 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED - Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsiyarê Rêxistinê ya HDP'ê Alîcan Onlu, diyar kir ku HDP di 7 salên dawî de tevî hemû êrîşan, bingeha têkoşînê xurt kiriye û wiha got: "Divê em êdî vê bingeha hevpar bikin qadek civakî û xurt bikin." 

Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP), bi armanca modela serdema nû ya rêxistinê derxin holê li 7 herêmên Tirkiye konferanslarên herêmê li dar xistin. Di her konferansê de pirsgirêk û kêjeyên herêmê yên xweser hatin niqaşkirin. Niqaşên berfireh hatin kirin. Têkildarî xebatên rêxistinbûna nû nirxandin û pêşniyar hatin kirin. Ji bo modela nû ya rêxistinê pêşniyarên nû hatin girtin. Di konferansan de rewşa giştî ya rêxistinî ya partiyê û modela nû ya rêxisttinî pratîkên heyî û nû hatin niqaşkirin. 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsiyarê Rêxistinê ya HDP'ê Alîcan Onlu, diyar kir ku HDP di 7 salên dawî de tevî hemû êrîşan, bingeha têkoşînê xurt kiriye û wiha got: "Divê em êdî vê bingeha hevpar bikin qadek civakî û xurt bikin." Onlu, anî ziman ku di çarçoveya xebatên rêxistinbûnê de li 7 herêman konferanslar li dar xistin û wê di 3'ê tebaxê de konferansa navendî li dar bixin. 
 
Onlu, ani ziman ku HDP piştî di nava xwe de û bi îtîfaqên xwe re niqaş kirin û di çarçoveya rêxistinbûnê de dest bi civînan kirin û wiha got: “Li Kurdistan û Rojhilata Navîn geşedanên pêş dikevin, rewşa civakî, aborî û hatin guhertin. Şekl û şemalê her tiştî hat guhertin û di vê pêvajoya ku her tişt hat guhertin pêdivî bi rêxistinbûnek nû û rêbazek nû heye. Kurdistan û Rojhilata Navîn ji nûve tê sererastkirin. Tê xwestin ku a Tirkiye bi hişmendiya yek perest bê rêvebirin. Tirkiye 90 salin bi hişmendiya yekperestiyê tê rêvebirin. Bi îktidara nû hat xwestin vê yekê bêtir kûrtir bikin. Li ser vê yekê pêdivî bi rêxistinbûnek nû hat dîtin. Rejîm li dijî civakîbûnê dixwaze hişmendiyek cuda çêke. Dixwaze civakîbûnê tasfiye bike. An tecîr dike an jî perçe dike."  
 
Onlu, da zanîn ku HDP dixwaze bi paradigmaya xwe ji nûve xwe bi rêxistin bike û xurt bike. Onlu, bilêv kir ku HDP wê xwe ji nûve li gorî pêdiviyên civakî, siyasî û aborî ava bike û bi rêxistin bike û wiha got: "HDP'ê di 7 salan de xwe bi rêxistin kir û xurt kir û wê li ser vê bingehê li hevhatina civakî pêş bixe. 
 
‘HDP XWE WEKÎ XETA SÊYEMÎN PENASE DIKE'
 
Onlu, herî dawî da zanîn ku HDP xwe wekî xeta sêyemîn pênase dike û li ser vê fikr û felsefeyê xwe nû dike. Hemû beşên statukoparêz û klasik 2 beş in. Em tenê li ser siyaseta AKP'ê siyasatê ava nakin. Divê milê faşîzm û yekperestiyê bê hilweşîn. Divê milê têkoşîna demokratîk bê rêxistinkirin û xurtkirin. Ji ber vê yekê em pêdivî bi makeqanuna demokratîk dibînin û em dixwazin hemû beşên civakê yên demokratik tev li vê pêvajoyê bikin. 
HDP bi Rêya sêyemîn dixwaze siyaseta demokratik ku hemû beşên gelan ên Tirkiye temsîl bike pêş bixe. 
 
MA / Ozgur Paksoy  
 

Sernavên din

16:13 Muxtar: Li Taxê şerê çekdarî heye
Qereqol: Ji ber ewlehiyê em nikarin bên
16:10 Li Licê şerekî dijwar derket
15:42 Temellî: Ev wêneyê darbeyê ye
15:18 Li Rihayê 14 kes hatin girtin
14:30 Wezareta Karên Hundir qeyûm bi kurdî jî aşkera kir
14:21 Li Amedê polisan êrîşî meşê kir
14:09 Ji Leyla Guven banga yekitiyê: Her roj çalakî her roj berxwedan
13:13 Derbarê hunermend Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
13:04 'Bila rojnameger bên berdan'
12:44 Qeyûm tayînî şûna endamê meclisa şaredariyê jî kirin
12:24 Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm darbeya li dijî demokratikbûnê ye
12:11 Qeyûm meclîsa şaredariya Wanê fesih kir
12:00 Li Amedê li dijî dorpêçê çalakiya rûniştinê
11:42 Meclîsa leşkerî ya Girê Spî ji bo ‘Herêma Ewle' amade ye
11:04 Endamên Dadgeha Bilind jî dê tevlî merasîmê nebin
10:49 'Gel wê bersîva pêwist bide'
09:58 Wezîrê Dadê yê Berê Turk: Îktîdarê di Rewşa Asayî de zagonên OHAL'ê bikar anî
09:37 Kiliçdaroglû: Qeyûm bêhurmetiya li vîna gel e
09:14 Li Farqînê cerdevanan bi ser gund de girt: 6 kes kuştin
09:10 ‘Ev çi hale, Kurdno rabin ser piyan'
09:10 ‘Ji ber qeyûman ên zêde zirar digihê wan kedkar in'
09:09 Kurd, ereb, pomak, çerkes, gurcî, hemşînî, suryanî: Guh bidin Ocalan
09:08 Keskîn: Divê dewlet bangawaziya Ocalan esas bigire
09:07 'Turk-Îş'ê xiyanet li karkeran kir'
09:07 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2019'AN
20/08/2019
22:34 Rojnamevanên di binçavan de: Ji bo nûçeyên şermezarkirina qeyûman negihên raya giştî em hatine binçavkirin
17:29 Bi sedan kes li dijî qeyuman meşiyan
Rêxistinên civakî bertek nîşanî qeyûman dan
17:14 Çalakiyan li Wanê bê navber berdewam kir
16:33 Ji rêxistinên civakî yên li Stenbolê banga 'berxwedana demokratîk'
16:05 Polisan mudaxaleyî parêzer û parlamenteran kirin
15:31 Polîsan wekîl birîndar kirin: Wekîl bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê
15:21 Rojnamegerên ku protestoyên li dijî qeyûman dişopandin hatin binçavkirin
15:03 Buldan bang li Kiliçdaroglu kir: Bêdeng nemînin
15:02 Ji Konseya Ewropaye berteka li dijî qeyûm
14:27 Li Wanê jî polisan mudaxaleyî şermezarkirina qeyûm kir
14:25 Li Amedê gel kuçeyan terk nake
13:27 Polîsan li Mêrdîn mudaxaleyî girsê kir: HDP’iyan rê li trafîkê girt
13:10 Rêxistinên Civakî û partiyên siyasî: Divê gelên Tirkiyeyê bertek nîşan bidin
12:51 Polîsan hemû rêyên tên Şaredariya Amedê girtin
12:43 Temellî bang kir: Li her derê deng bilind bikin Jiyanê rawestînin
11:53 Polîsan mudaxaleyî HDP’iyan kir
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Ji Soylû daxuyaniya qeyûm
11:28 Hevşaredarên Navçeyên Wanê: Em ê li dijî Qeyûman rawestin
11:13 DÎK: Qeyûm darbeya li dijî nirxên hevpar ên mirovahiyê ye
11:12 Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qersê Alaca de girtin
10:58 Qada navneteweyî bertek nîşanî binçavkirina Edîtora me Karahan da
10:32 Ji vê cîhanê ‘Goreke ku qurnefîl dînin ser' xwestin û çûn
10:04 Li ser rêya Amed û Farqînê rêza kontrolê