Gulum: Peymana Stenbolê zîhniyeta zilam a serdest xera dike

  • jin
  • 09:13 22 Tîrmeh 2019
  • |
img

ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku dixwazin bi hedef nîşandana Peymana Stenbolê profîla "jina makbûl" biafirînin û got: "Peymanê zîhniyeta serdest a zilam xera kiriye." 

Peymana Stenbolê yek ji peymana navnetewî ya li dijî şideta jinê ye. Peyman di 11'ê gulana 2011'an de li Stenbolê hatiye îmzekirin. Peyman di 1'ê tebaxa 2014'an de ketiye meriyetê. Di Peymana Stenbolê de li dijî her cûre tundiya li ser jinê pêşî lê tê girtin. Di metna peymanê de gelek xal ji bo jinan hatine amadekirin. Peyman demek dirêj e di rojeva rêxistinên jinan de ye. Di demên dawî de kesên nêzî îktîdarê peymanê bi îdiaya "saziya malbatê xera dike" kirine hedefa xwe. Rojnameyên nêzî AKP'ê Yenî Akît û Yenî Şafak ev demeke dibêjin "hêlînê xera dike, bila rakin" peymanê kiriye hedef. Serokkomarê AKP'yî Recep Tayyîp Erdogan jî got "Derdora muhafazakar aciz e. Ez derbarê peymanê de rexneyan dibîhîzim." 
 
‘NE SAZÎBÛNA MALBATÊ, SERDESTIYA ZILAM XERA DIKE' 
 
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum a endama Komîsyona Wekheviya Fersenda Jinan Zilaman a Meclîsê ye da zanîn ku Peymana Stenbolê wek hedef didin nîşandan û peyman "sazîbûna malbatê xera nake", "serdestiya zilam a li dijî jinan xera dike". Gulum anî ziman ku peyman ji bo jinan destkeftiyek mezin e û got: "Tenê ne şideta fizîkî, şideta derûnî û hemû şidetan di hundirê xwe de dihewîne. Peymanek li dijî her cûre êrîş û şideta li ser jinan e. Peymanek bêqisûr e. Hemû rê û rêbazan nîşanî hikumet û dewletê dide. Çavkaniya şideta li dijî jinan zîhniyeta serdest a zilaman e. Heta serdestiya zilaman a li dijî jinan neyê guhertin dê şideta li dijî jinan berdewam bike. Kesên xwe nêzî îktîdarê dibînin li dijî peymanê derdikevin. Bi taybetî ev demek dirêje medya îktîdarê li dijî peymanê derdikeve û kiriye hedefa xwe. Li dijî peymanê pêla êrîşan dest pê kir. Dixwazin bi hedef nîşandana Peymana Stenbolê profîla 'jina makbûl' biafirînin. Peymanê zîhniyeta serdest a zilam xera kiriye." 
 
‘MECLÎS XEBATA ME ASTENG DIKE'
 
Gulum destnîşan kir ku di mijara pêşîgirtin, lêkolîn û tedbîr girtina şideta li dijî jinan, tacîz, tecawizê Meclîs tiştek nake û pêşniyazpirsên di vê mijarê de didin Meclîsê jî tên redkirin. Gulum diyar kir ku di vî warî de li Meclîsê xebata zemînek bi bandor nîne û zemînek wan a hevpar heye lê desthilatdarî li pêşiya vê xebatê dibe asteng. 
 
MA / Dîren Yurtsever 
 

Sernavên din

18/08/2019
21:47 Çalakiyên Parka Koşûyolûyê didomin
16:26 2 dayikên xwestin zarokên xwe rizgar bikin fetisîn
15:34 Li Patnosê 300 girtî rastî lêpirsîna '15'ê Tebaxê' hatin
15:24 Li Amedê, wê 1’emîn Roja Govendê bê lidarxistin
14:43 Dikandarên Emînonu yên lehî li wan rabû: Ev ne cara yekemîne, bi salane em dibêjin
14:01 Li Mêrdîn û Şirnexê operasyon didomin: Polîsan 29 kes binçav kirin
13:19 Traktora karkerên findiqan qulipî: Karerek mir
13:15 Nûçegihanê me Ergîn Çaglar: Ez nizanim bi çi hincetê hatime binçavkirin
12:50 Ewil meş dûre konser: Fazil Say bi sirûda Çiyayên Kazê dest pê kir
12:35 Li Qamişloyê teqîn rûda
12:15 Di êrîşa li Kabîlê de 63 kes hatin kuştin, 182 birîndar bûn
12:03 Polîsan li Şirnexê 10 kes binçav kirin
11:26 Nobeta Çiyayê Kazê didome: Gelê herêmê çi dixwaze?
10:17 Cîgira Hevserokên ESP’ê Taşkiran: Vîna Ocalan a çareseriyê heye
09:51 Xizmên girtiyan: Kurd bi yekîtiyê dikarin aştiya bi rûmet ava bikin
09:15 Du sal in li cenazeyê kurê xwe digere
09:14 Mizrakli: Îdiayên der barê 'komkujiya heywanan' de ne rast in
09:14 Mişmişvan: Tekane rê kooperatîfbûyîn e
09:13 Girtiyê ji ber îşkenceyê lal bû, serpêhatiyên xwe bi nivîskî gotin
09:12 398 roj in aqûbeta kurê xwe dipirse
09:05 'Guh bidin bangawaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê'
09:03 'Dev ji projeya nexweşxaneyên bajêr berdin'
09:01 'Îktîdarê dît nikare enstîtuyê kontrol bike dest bi mudaxaleyê kir'
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN
17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’