ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2019'AN

  • rojane
  • 09:00 22 Tîrmeh 2019

* Rêveberên HDP’ê yên ji Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hatin berdan diyar kirin ku li girtîgehê îşkenceya sîstematîk pêk tê, girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtî li dijî binpêkirina mafan di çalakiyê de ne. 

* Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku dixwazin bi hedef nîşandana Peymana Stenbolê profîla "jina makbûl" biafirînin û got: "Peymanê zîhniyeta serdest a zilam xera kiriye." 
 
* Li Menderesa Îzmîrê cotkarên xiyaran difiroşin dan zanîn ku ew bi bihayên erzan difiroşin û li ser dezgehan bi deh qatê bihayê ew difiroşin re rû bi rû dimînin. Cotkaran got ew kîloya xiyaran bi 20 qirûşî difiroşin û çareseriyê di koperatîfiyê de dibînin. 
 
* Endamê Meclîsa HDP’ê û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berat Kiran diyar kir ku ew bi kampanya “Nebe muptela, Azad Bibe” dixwazin rêyek rizgariyê bidin ber ciwan û civakê û got: “Armanca me ew e em di serdema pêşiya me de bi hemû rêxistinên ciwanan re platformek hevpar ava bikin.”
 
* Derhêner Ertugrul Mavîoglu yê ji ber belgefîlma “Bakur” 4 sal û 6 meh ceza lê hat birîn got: “Heke mirov ji ceza bitirse bêdeng bimînin em ê di tariyê de bên veşartin. Heke wisa bibe dê welat veguhere dojehê. Pêwîste em rê nedin welatê me veguhere dojehê.” 
 
* Abdurrahîm Saridag ê cotkariyê dike di seraya xwe de têra Çewligê tev xiyaran çandiye û rojê tonek xiyaran hildiberîne. 
 
* Li Cizîrê avahiya dîrokî ya şaredariyê di dema qeyûm de ji bo komeleya Baskên Jinan a AKP'ê ya Hatîce Atan serokatiya wê dike hatibû terxankirin, ligel ku 4 meh bi ser re derbas bûn jî, vale nake.  
 
* Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi şîara "Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk" dê li Qada Îstasyonê mîtînga herêmê li dar bixe. (17.00)  
 
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi tevlêbûna Hevşaredar Selçuk Mizrakli û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî wê otobusên rêwiyan Rêbus) bide naskirin. (11.30)
 

Sernavên din

16:13 Muxtar: Li Taxê şerê çekdarî heye
Qereqol: Ji ber ewlehiyê em nikarin bên
16:10 Li Licê şerekî dijwar derket
15:42 Temellî: Ev wêneyê darbeyê ye
15:18 Li Rihayê 14 kes hatin girtin
14:30 Wezareta Karên Hundir qeyûm bi kurdî jî aşkera kir
14:21 Li Amedê polisan êrîşî meşê kir
14:09 Ji Leyla Guven banga yekitiyê: Her roj çalakî her roj berxwedan
13:13 Derbarê hunermend Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
13:04 'Bila rojnameger bên berdan'
12:44 Qeyûm tayînî şûna endamê meclisa şaredariyê jî kirin
12:24 Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm darbeya li dijî demokratikbûnê ye
12:11 Qeyûm meclîsa şaredariya Wanê fesih kir
12:00 Li Amedê li dijî dorpêçê çalakiya rûniştinê
11:42 Meclîsa leşkerî ya Girê Spî ji bo ‘Herêma Ewle' amade ye
11:04 Endamên Dadgeha Bilind jî dê tevlî merasîmê nebin
10:49 'Gel wê bersîva pêwist bide'
09:58 Wezîrê Dadê yê Berê Turk: Îktîdarê di Rewşa Asayî de zagonên OHAL'ê bikar anî
09:37 Kiliçdaroglû: Qeyûm bêhurmetiya li vîna gel e
09:14 Li Farqînê cerdevanan bi ser gund de girt: 6 kes kuştin
09:10 ‘Ev çi hale, Kurdno rabin ser piyan'
09:10 ‘Ji ber qeyûman ên zêde zirar digihê wan kedkar in'
09:09 Kurd, ereb, pomak, çerkes, gurcî, hemşînî, suryanî: Guh bidin Ocalan
09:08 Keskîn: Divê dewlet bangawaziya Ocalan esas bigire
09:07 'Turk-Îş'ê xiyanet li karkeran kir'
09:07 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2019'AN
20/08/2019
22:34 Rojnamevanên di binçavan de: Ji bo nûçeyên şermezarkirina qeyûman negihên raya giştî em hatine binçavkirin
17:29 Bi sedan kes li dijî qeyuman meşiyan
Rêxistinên civakî bertek nîşanî qeyûman dan
17:14 Çalakiyan li Wanê bê navber berdewam kir
16:33 Ji rêxistinên civakî yên li Stenbolê banga 'berxwedana demokratîk'
16:05 Polisan mudaxaleyî parêzer û parlamenteran kirin
15:31 Polîsan wekîl birîndar kirin: Wekîl bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê
15:21 Rojnamegerên ku protestoyên li dijî qeyûman dişopandin hatin binçavkirin
15:03 Buldan bang li Kiliçdaroglu kir: Bêdeng nemînin
15:02 Ji Konseya Ewropaye berteka li dijî qeyûm
14:27 Li Wanê jî polisan mudaxaleyî şermezarkirina qeyûm kir
14:25 Li Amedê gel kuçeyan terk nake
13:27 Polîsan li Mêrdîn mudaxaleyî girsê kir: HDP’iyan rê li trafîkê girt
13:10 Rêxistinên Civakî û partiyên siyasî: Divê gelên Tirkiyeyê bertek nîşan bidin
12:51 Polîsan hemû rêyên tên Şaredariya Amedê girtin
12:43 Temellî bang kir: Li her derê deng bilind bikin Jiyanê rawestînin
11:53 Polîsan mudaxaleyî HDP’iyan kir
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Ji Soylû daxuyaniya qeyûm
11:28 Hevşaredarên Navçeyên Wanê: Em ê li dijî Qeyûman rawestin
11:13 DÎK: Qeyûm darbeya li dijî nirxên hevpar ên mirovahiyê ye
11:12 Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qersê Alaca de girtin
10:58 Qada navneteweyî bertek nîşanî binçavkirina Edîtora me Karahan da
10:32 Ji vê cîhanê ‘Goreke ku qurnefîl dînin ser' xwestin û çûn
10:04 Li ser rêya Amed û Farqînê rêza kontrolê