Temellî: Em li dijî faşîzmê têbikoşin û muzakereyê bi hev re rêxistin bikin

  • rojane
  • 15:05 25 Hezîran 2019
  • |
img

ÎZMÎR – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di Konferansa Herêma Egeyê de axivî û got: “Em di 23’ê Hezîranê de bûn hêviyek. Me hêviya ku hemû gelê Tirkiyeyê li bendê bû da nîşandan û razber kir.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Kongre ya Tepekule ya Îzmîrê Konferansa Herêmê ya Egeyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê, Parlamenterên HDP’ê Murat Çepnî, Serpîl Kemalbay, Alîcan Onlu, endamên MYK û PM’ê, gellek kes ji Mugla, Aydin, Manîsa û gellek deverên din beşdarî konferansê bûn. Hevserok û rêveberên HDP’ê yên bajarên din û endamên HDP’ê amade bûn.
 
Hevserok Sezaî Temellî di konferansê de axivî û diyar kir ku hewldanên rêxistinkirinê yên HDP’ê xwedî hêza rêxistinek fikriyatekê ye û got: “Fikrek me xurt heye. Bi saya van fikrên me îro li Tirkiyeyê şopek hat hiştin. Em hemû civakê vedixwînin siyasetê. Em demokrasiya radîkal birêxistin dikin û civakî dikin.” 
 
‘EM DI 23’Ê HEZÎRANÊ DE BÛN HÊVÎ’ 
 
Temellî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê îktîdarek xwedî ferasetek mafê siyasetkirina mirovan xesp dike heye û wiha got: “Diyare ku AKP bi vê feraseta xwe welat dibe ku. Tişta me di 23’ê Hezîranê de kir vê ferasete parçe kir. Hilbijartin tenê ji bo serokşaredariyek bû. Em di 23’ê Hezîranê de bûn hêvî. Me vê hêviyê da hemû gelê Tirkiyeyê ku li bendê bû. Li pey vê serkeftinê fikrê HDP’ê heye. Em bi feraseta xwe ya demokrasiyê siyaseta serdema pêşiya xwe diyar bikin. 23’ê Hezîranê viya da nîşandan. Îro dema em li gellek nîqaşan dinêrin, em vê pêdiviyê dibînin.” 
 
Temellî da zanîn ku tecrîda girankirî ji 5’ê Nîsana 2015’an de her roja ku diçe bi bêhiqûqiyekê ve didome û got: “Bi tundî bi ser gelê me ve hatin. Bajarên me xera kirin. 5 hezar hevalên me hatin girtin. Rojnameger, akademîsyen û liv î welatî her kesê aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin tecrîd kirin. Ji bo şikandina vê yekê pêngavek krîtîk bû. Di şexsê Leyla Guven de bi hezaran însan dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev berxwedan girîng bû. Lê li cihek rast mudaxelekirina siyasetê jî girîng bû û me viya bi ser xist. Me di 23’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê div ê mijarê de hemû Tirkiyeyê rakir ser piya. Her çiqas ne bi me re bin jî me civakê ji bo zemîna demokrasiyê qanih kir.” 
 
Temellî anî ziman ku AKP û derdora xwe bi feraseta yekperest faşîzmê saz kirine û got: “Divê em bi şîara faşîzmê bişkînin vê pêvajoyê bihûnînin. Berevajî vê yekê nexwê dê faşîzm hemû welat hilde bin dorpêça xwe. Ji bo Sûriyeyê jî heman tişt derbasdar e. Divê em bi siyasetek nû li pêşiya yekê rawestin. Çimkî faşîzm dijminê însan e. Gelê kurd wê li dijî faşîmzê berxwedanek biryardar û domdar bidomîne. Hewldana rêxistinbûyîna me jî div î warî de gellek girîng e.”
 
‘LI SER ESASÊ HEMWELATIYÊN AZAD PÊDIVIYA ME BI QANÛNA BINGEHÎN HEYE’
 
Temellî da zanîn ku weke hinceta demokrasiya radîkal, dê feraseta muzakerevantiya birêxistinî bikin û wiha bilêv kir: “Ji bo vê feraseta me ya ji bo sibe, divê em gavan bavêjin. Encex bi vî awayî em karibin rêya xitimî ya Tirkiyeyê vekin. Birêz Ocalan ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareserî ava kirin. Em bi wî re bi axivin. Kirdeyên siyasetê yên îro divê vê înîsiyatîfê bigirin destê xwe. Divê me ji bo pirsgirêkên xwe  yên hevpar, bi hev re çareseriyê ava bikin. Em hemû Tirkiyeyê dawetê têkoşîna li dijî faşîzmê û pêvajoya muzakereyê dikin.”
 
'GEL DIXWAZE PARLAMENTO GAV BAVÊJE'
 
Temellî dest nîşan kir ku li ser esasê hemwelatiyên azad, pêdviya wan bi qanûna bingehîn heye û wiha pê de çû: “Mîna Mûtabakata Dolmabahçe li holê ye. Li ser esasê hemwelatiyên azad, divê em bi hev re hevpeymana civakî ava bikin. Îmralî jî balê dikişîne ser vê yekê. Çawan ku binê Mûtabakata Dolmabahçe xêz dike, em jî dikarin wê pêvajoyê carek din bi rêxistin bikin. Ji bo serketina vê yekê em ketin rê û em hemû kesî jî dawet dikin. Vê desthilatdariyê aştî tune hesiband. Ev texrîbatek mezin bû. Divê em hemû bi hevre vê texrîbatê derbas bikin. Lazime ku hemû partiyên di parlamentoyê de cih digirin, guh bidin HDP’ê. Bi cihêkirina HDP’ê, hûnê nekarin pêş bikevin. Hûn necarn hev bibinîn. Gelên Tirkiyeyê dixwazin parlamento di warî aştiya civakî de gavên şênber bavêje.”
 
‘RÊYA SÊYEMÎN HDP YE’
 
Temellî daxuya kirin ku di hilbijartinê de dubendî kirin nava galan û wiha pê de çû: “Gelên Tirkiyeyê mehkûmê du qempan hatine kirin. Îro em encamên siyaseta dubendiyê dijîn. Îro tenê rêya sêyemîn bi rêve dibe HDP ye. Em weke HDP’ê Tirkiyeyê dawetî vê yekê dikin. Bi ruhê piştevahiya civakî, pêdivî bi qanûna bingehîn û aştiyê heye.  Ji bo qanûna bingehîn a demokratîk, rizgariya ji serokatiyê û qanûna wekheviyê, divê gavê şênber bên avêtin.” 
 
'EM DIKARIN JIYANEK NÛ BIRÊXISTIN BIKIN'
 
Temellî ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê bang kir û wiha got: “Li dijî ferzkirinên faşîzmê, em bang li hemû civakê dikin ku bikevin nava tevgerê. Em dikarin têkoşîn û muzakereyê bi hev re bi ser bixin. Êdî dem dema em ramanên xwe yên bi hêz birêxistin bikin hatiye. HDP’ê îro 6 saliya xwe temem kir. Lê dîrokeke wê ya têkoşîna bi salan heye. Dîroka hevparên me û têkoşîna gelê Kurd heye. Ji ber vê em dikarin jiyanek nû bi rêxistin bikin. Ji ber fîkriyateke me ya wiha, gelek kes bi me re mijûl dibin. Hinek kes hene ku dibêjin dinava HDP’ê de cihêtî heye. Lê HDP bi hemû hevparên xwe re, dê meşa xwe dewam bike."
 
Piştî axaftina Temellî konferans ji çapemeniyê re girtî dewam kir. 
 

Sernavên din

23:13 Wê heyeta agirbestê ya DYA'yê biçe Tirkiyeyê
22:39 Kanadayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
22:23 Li Cizîrê avêtin ser malan
22:16 Ji ber bi kurdî axivî êrîşî kalê 74 salî kirin
20:50 Leşkerên DYA'yê binkeyeke din jî hêlan û çûn
20:40 Hoşyar Zêbarî: Tirkiye 'qirkirineke etnîkî' dike
19:33 Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê li Kobanê sivîl revandin
18:53 Parlementoya Herêmê 12 xal ji bo piştgiriya Rojava erê kir
18:03 Balafirên şer taxên Serêkaniyê bombe dikin
17:51 Ji ber ku cenaze bir 9 sal ceza li hat birîn
17:47 Zagros Kobanê yê di parastina Girê Spî de: Hemû cîhan wê şahidiya berxwedana me dike
17:31 262 cenazeyên Goristana Xerzanê li goristana bêkesan hatin veşartin
17:25 Koalîsyona navneteweyî: Em ji Minbicê derketin
17:03 Li Dara Hênê7 herêm hatin qedexekirin
17:00 Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Esper: Fermana Erdogan rê li ber hilweşandinê vekir
16:43 Ji Meclisên Ciwanan a HDP'ê banga 'mezinkirina berxwedanê'
16:43 Kontrola bi tedbîr a li ser Rojnameger Dogru rakirin
16:18 Di hoparlorên şaredariyê de ‘Sirûda Mehter’ lê didin
16:12 20 endamên SMO û 9 esker birîndar bûn
16:01 'Ma dijderketina şer sûc e?'
15:35 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rûsya: Me di navbera Şam û kurdan de navbeynkarî kir
15:27 Dayikên Aştiyê: Em heta qiyametê li ber xwe bidin!
14:57 Nîzamettîn Toguç salek şûn ve hat berdan
14:57 Îngilterê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
14:55 Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Leşkerên rûs li Minbicê ne
14:40 Li Minbicê serpelek û 2 esker hatin kuştin
14:29 Polis di serdegirtina malê de çek xist serî: Ez berdim
14:28 Buldan: Hewldana dagirkeriya Tirkiyeyê ne meşrû ye
14:22 Li Colemêrg û Geverê bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:18 Li Edeneyê ji bo demokrasiyê dicivin
14:04 Li Rihayê ambûlans qet nasekinin!
14:04 Efser Yaşar Kaya yê şerê li Girê Spî kordîne dikir birîndar bû
13:23 Topa hewanê li gundê ser sînor ket: 4 kes mirîn, 12 kes birîndar bûn
13:22 Elîaçik: Tirkiye dixwaze herêmê bê Kurd bihêle
13:21 Şaredarê AKP'ê ji bo piştgiriya êrîşê banga civîna meclisa şaredariyê kir
13:19 NY: Tirkiye li gorî hiqûqa navnetewî sûc dike
12:54 Ji Volkswagenê bo Tirkiyê biryara taloqê
12:33 Bi sedan ekolojîstan bang 'Dagirkeriyê rawestînin' kirin
12:20 Jinek li Îzmîrê hat kuştin
12:18 Li Çewlikê 3 kes hatin girtin
12:15 Karker û kedar: Em naxwazin fatureya şer bidin
12:03 Parlamentoya Kurdistanê civiya: Li dijî êrîşan banga parastina hevpar kir
11:49 Polîsan li parlamentera HDP’ê da û daxuyanî qedexe kir
11:46 Li Eyn Îsayê êrîşî wesayîta sivîl kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi mijara Rojava civiya
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:37 Dersimî: Di şerê hatiye destpêkirin de mirin aj dide
11:36 Şerê Suriyeyê dîsa li serî vegeriya!
11:30 Çînê bang li Tirkiyeyê kir ku şer rawestîne
11:21 DYA ji Mînbîcê vedikêşe
11:15 Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatin Desteserkirin: Hişyariya DAIŞ’ê kir
11:08 Dayika eskerê ku 17 sal ceza lê birîn: Em edaletê dixwazin
10:55 'Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li cem jinên Rojava cih bigirin’
10:55 70 partî û saziyên civakî: Seha hewayê li Tirkiyeyê qedexe bikin
10:28 Bûlût: Peyman dikare rengê şer biguherîne
10:21 Polisan li Bûrsa û Meletiyê bi ser malan de girt
10:14 Polîsan bav li ser gora kurê wî binçav kirin
09:17 'Em hemû şahid in ku DAIŞ'ê komkujiyên çawa pêk aniye'
09:16 Birîndarê Komkujiya Enqereyê: Tirkiye dixwaze dîsa rê li DAIŞ'ê veke
09:16 Qereqolê ji bo 'hawanên tên avêtin' got: Em ji bo cerbandinê davêjin
09:15 Bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin û gef lê xwarin
09:12 Sancili: Salekê zêde di girtîgehê de mam
09:00 Hevşaredarên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2019'AN
14/10/2019
23:42 UNICEF: 4 zarok mirine, 70 hezar jî koçber bûne
20:35 Çekya firotina sîlehan a Tirkiyeyê rawestand
20:15 QSD’ê bîlançoya şer a 14’ê Cotmehê eşkere kir
19:49 Nûçegihanê ANHA'yê û 5 sivîlên jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
19:35 Xebatkarê Yenî Yaşamê Aslan hat binçavkirin
18:50 Surucu: Polîsan ketina Pirsûsê li wekîlên HDP'ê qedexe kiriye
17:54 Xwendekarên Efrînê: Êrîşên li dijî Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin
17:43 Vaye hefs û kampa DAIŞ’iyên jê reviyan
17:21 HDP çû serdena Serê Kaniyê û Nisêbînê
17:07 'Ên li dijî êrîşan deng dernexin şîrikê sûc in’
17:06 Parêzerên Hewlêrê: Êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer e
17:01 Barzanî: Eger Tirkiye Rojava dagir bike, dê berê xwe bide Başûr
16:54 Gefên kuştinê li siyasetmedarên kurd ên binçavan de tê xwarin
16:43 Rojnameger Bagdu li ser gora wî bibîr anîn
16:43 CPJ êrîşa Tirkiyê ya li ser rojnamegeran şermezar kir
16:23 Aldar Xelîl: Ev ne tifaqe, tenê li dijî parçebûn û dagirkirina sînorê Sûriyê peyman e
15:38 Hunermendan li dijî şer kampanya da destpêkirin: Şer bidin rawestandin!
15:38 Kurtulan: Ev dagirkerî ye
15:28 ÎHD, TÎHV, SES, MTO û Baroya Amedê li Nisêbînê ne: Divê şer demildest rawest e
15:20 Tê xwestin gundên li ser sînorê Kobanê bên valakirin
15:02 Dolar li hemberî TL zêde bû: Ji 5.89'an derket 5.93'an
14:49 Li Amedê qeza çêbû: 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn
14:34 Berdevkê Kremlîn: Em naxwazin li îhtîmala pevçûnê jî bifikirin
14:30 Parêzerên li Hewlêrê: Êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer e
14:10 Hevserokên jin: Jin ji dagirkerî û şer re dibêjin na
14:09 Kesê jina ciwan tacîz kir hat binçavkirin
13:51 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya li Cizîrê kir: Lêdan û binçavkirin
13:46 Eskerên artêşa Sûriyê li rêya M4 hatin bicihkirin
13:18 Rojnamevan Hesen Reşo yê li Serêkaniyê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
13:15 Şêniyên li sînorê Kobanê: Tehdîtek û êrîşek ji Rojava nehatiye
12:39 Ciwanê ji kar hat avêtin xwest întîxar bike
12:35 Rewşenbirên Firansî ji hikûmeta Firansayê xwestin bibe înîsiyatif
12:19 Polîsan deriyê Avahiya HDP’ê ya Bajêr girtin
12:14 Dr. Îpekyuz: Şer ji bo tenduristiya gel pirsgirêk e
12:06 Welatiyên Serê Kaniyê yên koç kirin: Li dijî şer derketin sûc e!
12:01 Ekolojist Barka: Şer sûcê li dijî mirovahî û xwezayê ye