‘Ji Sûrê dengê zarokan û hunerê bilind bû'

  • rojane
  • 12:31 13 Hezîran 2019
  • |
img
AMED - Li Amedê 17 saziyan bi hevre mihrîcana Zarokên Sûrê li dar xistin. 17 saziyan di Mihrîcanê de komxebat, şahî, konser li dar xistin û sînema û şano dan pêşandan. Di nava 5 rojan de bi hezaran zarok tev li mihrîcanê bûn. Têkildarî mihrîcanê Koordînatorê Ma Muzîk Senter Şêrko Kaniwar, diyar kir ku di mihrîcanê de ji Sûrê dengê zarokan û hunerê bilind bû. 
 
Di pêşengiya Komeleya li Amedê Berê Zarok, bi tevlêbûnaı 17 saziyên ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Sûrê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), Ma Music Senter (MA), Şanoya Bajar a Amedê, Zarok Tv, Komeleya Heviyê ya Rengarenk, Komeleya Qada Ciwan a Lotusê, Komeleya Zarokan a Zarokî, Komeleya Ekolojiyê, DSM, MED-DER, Mala Hunerê ya Laleş, Koma Çand û Hunerê ya Amidart, ZimZim û Sînemaya Rojhilata Navîn pêk dihat, mihrîcan li dar xistin. Mihrîcana ku di 7'ê Hezîrê de dest pê kir di 12'ê Hezîranê de bi firandina bafirokan bi dawî bû. Di 5 rojan de bi hezaran zarok tev li şahiyan bû. 
 
Koordînatorê Ma Muzîk Senter Şêrko Kaniwar ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Kanîwar, anî ziman ku piştî di sala 2016'an de qeyûm tayîni şaredariyan kir, xwestin zarokan bê muzîk bihêlin û wiha got: "Lê me jî soz da ku em zarokan bê muzîk nahêlin. MA Muzik, Komeleya Berê Zarok û Şanoya Bajar a Şanoye ya Amedê biryar dan ku ji bo zarokan mihrîcanekê li dar bixin. Kaniwar, anî ziman ku di vê mijarê de ji gelek saziyên ewropa jî piştgirî stendin.  Me xwest hemû saziyan tev li vê xebatê bikim. Me bi tevlêbuna 17 saziyan mihrîcan amade kir.  Me bibîr xist ku Sûr heye. Di bin baneyê şaredariyê de şahiya zarokan hat li darxistin. Me xwest bi vê mihrîcanê balê bikişînin ser geşedanên li Sûrê pêş ketiye. Li Sûrê şerekî pir dijwar qewimî. Sûr talan û wêran bû. Me xwest travmaya li ser zarokan pêş ketiye rakin. Lê me ev mihrîcan tenê bi zarokên Sûrê bi sînor neri. Me hemû zarokên bajar jî tev li ê şahiyê kir. Ji sedî 99'ê mihrîcanê li kolanên Sûrê pêk hat. Me zarok anîn li nava kolanên Sûrê gerandin û xwest kolanên Sûrê neyên ji bîr kirin. Ev tovê yekem bû me çand. Ev mihrîcanên me yên zarokan wê berdewam bikin. Me j bo zarokan gelek komxebat amade kirin. Her komxebatek herî kêm 50 zarok tev lê bûn. 
Di demên pêş de em ji bo zarokan armanc dikin ku mihrîcana gerok amade bikin. Em di vê mihrîcanê de armanc dikin ku zarokên ji 4 perçeyên Kurdistanê amade bibin." 
 

Sernavên din

12:07 Hewldana Jiyankirina Heskîfê: Hêj ku dereng nebûye bikevin tevgerê
12:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Walîtiyê jina 90 salî avêt kuçeyê
11:36 Welatiyên Amedê xwest Kurdên Stenbolê dengê xwe bidin Îmamoglu
11:33 Zarokên, dayika xwe di Komkujiya Garê de winda kirin dixwazin bavê wan bê berdan
11:07 Demîrtaş ji bo Stenbolê bang kir: Ez bi bawerim bêbiryarî tune ye
11:00 Hevserokê MED-DER’ê: Lewheyên rakirin sedama hebûna gelê Kurd e
10:40 Nameyên Ocalan nedan girtiyan
10:29 Qeyûmê Amedê 759 milyon deyn li pey xwe hişt
10:22 Danişîna biryara Doza Panzêrê sibê ye: Biyarek adil û bêalî bidin
10:07 Dadgeha Îstinafê beraeta doza komkujiya Licê li gorî hiqûqê dît
09:57 Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence li girtiyên nimêj nakin hat kirin
09:50 Şaredariya Amedê ji bo zarokan dest bi kursên havînê dike
09:50 Walîtiya Colemêrgê mehek din çalakî qedexe kirin
09:08 Hem çanda xwe didomînin hem jî pê debara xwe dikin
09:08 ‘Cotkar erdê xwe, mal, erse û wesayîyên xwe difiroşin'
09:07 Wê li dijî neheqiyê biçin ser sindoqan
09:07 Çalakgerê rojiya mirinê Cengîz: Divê em têkoşînê pêş bixin
09:06 Tekane kolînerê Rihayê ji ber krîza aborî wê dev ji karê xwe berde
09:06 Cotkar êdî maşîneyên xwe difiroşin
09:05 Duzkan: Di azadiya çapemeniyê de em di dema herî xirab de ne
09:05 Nalbûr: Heta atmosfereke ewle çênebe wê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2019'AN
17/06/2019
23:19 Li Agiriyê ji ber lehî û birûskê 4 kes mirin
20:54 Serokomarê xistî yê Misirê Mursî li eywana dadgehê mir
19:23 Li Hezexê şewat dîsa dest pê kir
18:45 Desteya Çandinî û Aboriyê: Şewatê 19 milyar lîre zerar da welatiyan
18:02 Temellî: Bila ne Heskif bila AKP di bin avê de bimîne
17:06 Arslan: Hêza pêşeng a demokrasî û azadiyê kurd in
16:25 35 kes li Edenê dibin çavan dene
16:03 'Agahiya we ji Avşîna 1 salî ya girtî heye?'
15:19 TTB: Em hemû kesên edaletê dixwazin vedixwînin kongreyê
15:16 Hevşaredarê Dêrikê yê berê hat berdan
15:13 Olûç: Hişmendiya 'Biçehimin biçin' û 'Emê rojhilatê Firatê paqij bikin' yeke
15:02 Rojnamegeran binçavkirina hempîşeyen xwe şermezar kirin
14:48 Li navenda Qamişlo teqînek rû da
14:39 Temellî: Em ê di sindoqan de bersiv bidin dijminên kedê
13:02 Şaredariya Geverê ji ber deynê qeyûm nikare kar bike
12:30 Kêştiya penaberan noqî avê bû: 9 kesan jiyan xwe ji dest dan
12:12 Gundiyan şewata piştî pevçûnê rû da vemiranedin
11:37 Polîsê ku qeyûm kiribû midur ji kar hat vêtin
11:01 Rêveberekê DBP’ê hat binçavkirin
10:57 Di meha Adarê de rêjeya bêkariyê ji sedî 14.1 zêde bû
09:32 Li Edenê gelek ciwan hatin binçavkirin
09:31 Galaya belgefîlma ‘Sakli Hac’ hat kirin
09:30 Ji bo Bîlgîlî yê êrîşa zayendî kir dîsa bê girtin dê serlêdan bikin
09:30 ‘Pirsgirêka derdorê tuneye, pirsgirêka mirovan heye’
09:29 Li Heskîfê masî di talûkê de ne
09:29 Gergerlîoglu: Îdîayên li navendên girêdayî Wezareta Karê Hûn îşkence zêde bûne hene
09:27 HDP’ê bang li hilbijêrên xwe kir: Deng bidin Îmamoglû