Li herêmê rêjeya bandorgirtina ji krîza aborî 94.3 ye

img

AMED – Navenda Lêkolînên Qadî ya Polîtîk û Civakiyî, li Amed, Mêrdîn, Êlih û Wanê bi 500 malbatî re der barê krîza aborî de axivî. Ji beşdaran 94.3 jê diyar kirine ku tesîr ji krîza aborî girtine, 63.3 ji sedî jî destnîşan kirine ku ferdên malbatê betal mane. 

 
Navenda Lêkolînên Qadî ya Polîtîk û Civakiyî, li Amed, Mêrdîn, Êlih û Wanê bi 500 malbatî re der barê krîza aborî, temaşekirina televîzyonê û bikaranîna medyaya civakiyî de hevdîtin pêk anî. Xebat di navbera 20-23'yê Gulanê de bi rêbaza anketa tesadufî hatiye kirin. 
 
Di hevdîtinan de zayend, temen û derameta mehane ya malbatan esas hatiye girtin. Ji kesên tev li anketê bûne zêdetirî 50 ji sedî kesên perwedehiya wan a bilind bûye (37.7 jê lîse, 28.7 jê zanîngeh, 1.3 ji sedî jî lîsansa bilind). Ji beşdaran 33.3 jê ne tê de (13.1 ji sedî betal, 10.1 ji sedî kebanî, 10.1 ji sedî xwendekar) xebatkar in. 
 
Li gorî encamên lêkolînê, 94.3 ji sedî yê beşdarvanan tesîr ji krîzê girtine û ji vê rêjeyê 74.5 ji sedî jî diyar kirine ku "min pir tesîr ji krîzê girtiye", 19.8 ji sedî jî gotine "min tesîr ji krîzê girtiye". 3.8 ji sedî diyar kirin ku qet tesîr ji krîzê negirtine û 1.9 ji sedî jî gotine krîza aborî tune ye. 
 
Li gor lêkolînê, ji her temenî mirovan diyar kiriye ku "pir tesîr ji krîzê girtine." 90.7 ji sedî yê beşdarvanan bilêv kirine ku "hêza wan a kirînê kêm bûye", 1.7 ji sedî yê beşdarvana gotiye "zêde bûye", 7.6 jis edî yê beşdarvana gotiye qet neguheriye. 
 
RÊJEYA BETALIYÊ 63 JI SEDΠ
 
63.3 ji sedî yê beşdarvanan ji bo pirsa "Di vê sala dawî de di malbata we de kesên bêkar mane hene?" bersiva "erê" dane. 56.6 ji sedî yê beşdarvanan destnîşan kirine ku sedema sereke ya krîzê ji ber polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê ne û 19 ji sedî jî gotine ji ber pirsgirêka kurd e. 
 
KESÊN REWŞA WAN BAŞ NÛÇEYAN TEMAŞE NAKIN
 
13.5 ji sedî yê beşdarvanan diyar kirine ku televîzyonê temaşe nakin, 86.5 ji sedî yê beşdarvanan jî diyar kirine ku televîzyonê temaşe dikin. Kesên gotine "em televîzyonê temaşe nakin" rêjeya wan 28.6 ji sedî ye û derameta wan a mehane jî 5 hezar TL û zêdetirî wê ne. Kesên di nav vê komê de cih digirin, rojê nîv saet an jî saetekê TV'yê temaşe dikin, kesên derameta wan di navbera 500-1000 TL'yş de jî rêjeya wan 25 jis edî ye û rojê herî kêm 5 saetan TV'yê temaşe dikin. 
 
Li gor lêkolînê 45.1 ji sedî yê beşdarvabab di televîzyonê de herî zêde li nûçeyan temaşe dikin û 14.3 ji sedî jî li rêzefîlman. 
 
Koma ku rêzefîlman temaşe dike 19.8 jis edî temenê wan di navbera 18-24 salan de ye û ên nûçeyan temaşe dikin jî temenê wan di navbera 45-54 salan de ye û rêjeya vê komê jî 69.5 ji sedî ye. 
 
Kesên derameta wan a mehane di navbera 3 hezar û 501 lîre û 5 hezaran de ye 53.3 ji sedî nûçeyan û kesên derameta wan a mehane 1501-2500 TL ye  21.1 ji sedî rêzefîlman temaşe dike. Ji beşdarvanan 31.6 ji sedî jê herî zêde li FOX TV'yê, 11.1 jis edî Medya Haberê, 9.3 ji sedî ATV'yê û 9.1 ji sedî jî Arti TV'yê temaşe dike. 
 
WEŞAN NE BÊALÎ Û SERBIXWE NE 
 
Ji beşdarvanan 75.1 ji sedî diyar kirine ku saziyên weşanê yên li Tirkiyeyê ne bêalî û serbixwe ne, 15.8 jis edî jî gotine serbixwe û bêalî ne. Ji beşdarvanan 94.1 ji sedî torên medyaya civakiyî bi kar tînin û 13 jis edî jî bi kar naynin. Kesên bi kar tînin jî 94.1 jis edî temenê wan di navbera 18-24 salan de ne. Kesên gotine "erê" 85.7 ji sedî derameta mehane ya malbatê 5 hezar TL û di ser wê re, ên gotine "na" jî 31.3 ji sedî derameta mehane ya malbatê 501-1000 TL ye. Ji beşdarvana 33.3 ji sedî Instagram, 19.4 ji sedî Twitter, 16.5 ji sedî Facebook, 4 ji sedî Youtube, 2.3 ji sedî Whatsapp bi kar tînin. Ji beşrdavanan 71.3 ji sedî temenê wan di nav 18-24 salan de rojê 3 saetan û zêdetirî wê medyaya civakiyî bi kar tînin. 46.6 ji sedî yê beşdarvana rojevê li ser medyaya civakiyî û 38.8 ji sedî jî ji televîzyonê dişopînin. 
 

Sernavên din

19/06/2019
16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn
15:09 HDP: Demildest endamên Meclîsa Ciwanên me berdin
15:04 Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e
14:40 Berdana Bîlgîlî yê kiryarê tecawîzê hat şermezarkirin
14:40 Ji bo Çemê Dîcleyê banga ‘Avêtina Mezin’ hat kirin
14:27 ESP'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir
14:13 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin
14:06 Ewil cendirmeyan lêgerîna çekan kirin, piştre bi ser de girtin
14:00 Êzidiyên Kelhokê: Em dixwazin vegerin gundê xwe
13:36 2 welatiyên Mexmûrî yên PDK'ê ew binçav kiribûn li ku ne?
13:35 3 kes li Mersînê hatin binçavkirin
13:16 Li Qersê dema festîvalê ye
13:14 Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir
12:52 Înîsiyatifa Maf: Di 2 salên dawî de 28 kes bi korsanî hatin revandin
12:36 TJA: Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze
12:35 Oldarên Başûr: Operasyon şermezar kirin
12:35 Sara Kaya nehat berdan
11:53 Hunermend Çiya berdan, xwestin hunermend Arhat binçav bikin
11:46 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza rojnamegeran de dadgehê ji emniyetê agahî xwest
11:30 DMME’yê got ‘binpêkirina maf’: Piştî 26 salan hat berdan
11:26 Karkerê Nexweşxaneyê întîhar kir
11:20 'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin întîhar kir'
11:00 Li Amedê kesek hat girtin
10:48 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat binçavkirin
10:38 ‘Ji bo ku Bîlgîlî ceza bigire, ezê têbikoşim’
10:34 Di bombebarana Newala Qoriyê de 2 sivîl hatin kuştin
10:34 Polisên bi ser malê de girt li kolanê jî gef xwarin
10:13 Qeymeqamê Cizîrê destûr neda lêpirsina mirina 2 pitikan
10:09 Xizmên windayan 'biryara qedexeyê' dibin dadgehê
10:04 Ji bo 32 jinan beraet, Leyla Guven fezleke
10:03 DMME’ê derbarê wekîlên HDP’ê de ji Tirkiyeyê parastin xwest
09:23 Wanî: Li Stenbole dê kurd bersiva pêwîst bidin AKP'ê
09:23 ‘Di 4 salên dawî de 2 hezar û 500 penaber li peravên Ege fetisîn
09:22 HTŞ, li Reyhanliyê li hev dicive!
09:16 Encu: Ji ber min Komkujiya Robiskiyê anî ziman ceza li min birîn
09:15 Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin
09:14 Denîz: Dewlet bi destekê dikare rê li ber şewitandina pirêzeyan bigire
09:14 Selexane û axurên ku qeyûm çêkirin bêyî bên vekirin rûxiyan'
09:13 Çîrokbêj Erkmen: Ez ê gund bi gund bigerim û çîrokan vebêjim
09:11 Cotkaran dev ji firingî û îsotan berdan, berê xwe dan xox û mûzan
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2019'AN
18/06/2019
18:02 Wesayît li refûjê xist: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
16:37 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zextên tên kirin hêceta têkoşîna me ne
16:28 Leyla Guven, Fatma û Mehmet Ocalan beraat kirin
14:54 Heqê ziyareta Xerabreşkê ji 5 tl derxistin 35 tl'yan
14:10 ‘Em bang dikin ku li dijî binçavkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin'