Mesrûr Barzanî: Droneyên Îranê ofîsa min a xisûsî hedef girtin
- Rojane
- |
- 17 Tebax 2026 12:03
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî ragihand ku ofîsa wî ya xisûsî ya li navçeya Pirmam a Hewlêrê û mala Serokatiya Ajansa Ewlehiyê û Îstixbaratê ji aliyê ÎHA'yên Îranê ve hedef hatine girtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyand ku amûrên hewayî yên bêmirov (ÎHA) ên Îranê vê sibehê ofîsa wî ya xisûsî û mala Serokatiya Ajansa Ewlehiyê û Îstixbaratê hedef girtine. Barzanî anî ziman ku piştî lêpirsîna ku Yekeya Têkoşîna Li Dijî Terorê kiriye, diyar bûye ku êriş bi droneyên aîdî Îranê hatiye kirin.
Barzanî diyar kir ku ev êriş nayê qebûlkirin û wê şermezar kir. Her wiha Barzanî destnîşan kir ku ev êriş rasterast li dijî ewlehî û îstiqrara Herêma Kurdistana Federe ye.
Yekeya Têkoşîna Li Dijî Terorê jî daxuyand ku di 17'ê Tebaxê saet di 00.28'an de ji sînorê Îranê du droneyên bibombe yên bi cureya Hadîd-110 ber bi Ofîsa Xisûsî ya Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê û mala Serokê Ajansa Ewlehiyê û Îstixbaratê ya li navçeya Pîrmamê hatine arastekirin.