Ji bo Buldan, Yildirim û Karay ên hatin qetilkirin serlêdana lêpirsînê
- Rojane
- |
- 17 Tebax 2026 11:55
- |
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo karkerên bi navê Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên ku 3’yê Hezîrana 1994’an bi rengekî qetilkirî hatin dîtin, li Buroya Lêkolîna Cînayetên Faîl Nediyar a di bin bunyeya Wezareta Edaletê de, serlêdan hate kirin.
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan ragihand ku serlêdan ji aliyê parêzer Bişar Alinak ve hatiye kirin û diyar kir ku divê cinayet bi hemû aliyên xwe ve bên lêkolînkirin, têkiliyên siyasî û rêxistinî yên li pişt bûyeran bên eşkerekirin û berpirspar bên tespîtkirin û derkevin pêşberî dadger.
Pervîn Buldan di daxuyaniya li ser hesabê medyaya dîjîtal de got, dosya tenê weke cînayeteke berê nîne, divê di çarçoveya cînayetên siyasî yên li Tirkiyeyê nehatine ronîkirin û pratîka bêcezatiyê de were nirxandin.