4 dron li Hewlerê ketin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku îro danê sibê 4 dron li sê herêmên Hewlerê ketine.
 
Hat ragihandin kû serê sibê 4 dronên ku nehat zanîn bê ka yên kîjan hêzê ne ketin li herêmên Soran, Xelîfan û Harîrê yên Hewlerê. Hat zanîn ku piştî ketina dronan dengeke bilind ê teqînê hatiye û piştre jî şewat derketiye. Hat gotin ku dronek li malekeê ketiye û tu kes ji wê teqînê zirar nedîtiye. Derbarê zirara madî de tu agahî nehatin parvekirin.