Di lêpirsîna Şaredariya Kûşadasiyê de 14 kes hatin girtin
- Rojane
- |
- 11 Tebax 2026 09:35
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna der barê Şaredariya Kûşadasiyê de 14 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê Şaredariya Kûşadasi ya Aydinê da destpêkirin de, di 7'ê Tebaxê de 17 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin, piştî îfadeyê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Midûra Nîvîsgehê yê Şaredariya Kûşadasiyê Şebnem Kars Şenol jî di nav de 14 kes hatin girtin. Li kesekî cezayê hepsa malê hat birin û der barê 2 kesan d ejî biryara kontrola edlî hat dayîn.