ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2026'AN

Parve bike:
*  Şêniyên gundê Cixsê yê Pasûrê ku li dijş GES a dê bi "rapora ÇED'ê ya sexte" bê çêkirin nobed dan destpêkirin, gotin: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
* Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Geverê Pervîz Geçîrgen diyar kir ku bi îhaleyeke bi milyonan li Gever û Şemzînanê rê li ber qetilkirina 3 pezkoviyan hatiye vekirin û got ku ew ê nehêlin bi destê dewletê pêşî li ber qetilkirina candsaran û xwezayê pêk bê.
 
* Sendikaya Karkerên Madenê ya Serbixwe, dê ji bo mafên xwe tevî karkerên Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê li ber Wezareta Enerjiyê daxuyaniyê bide. (11.00)
 
* Çalakiya nobedê ya li Gimgimê li dijî projeya JES'ê hat destpêkirin, di roja 101'emîn de didome. (12.00-21.00)
 
* Platforma Parastina Jîngehê ya Geliyê Periyê, dê li dijî projeya JES'ê ya tê xwestin li gundê Lîçîk ê Kanîreşê bê çêkirin, dê daxuyaniyê bide. (14.00)