WAN - Mechûre Polat a ku di mercên xizan de bi tena serê xwe li ber halê xwe dide daxwaza tedawiya kurê xwe yê tiryakkêş û tamîra xaniyê xwe yê hilweşiyayî kir.
Mechûre Polat, li taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, di malek xirabe de di nava mercên xizan de jiyana xwe didomîne. Mehcûre Polat (65) a ku 6 zarokên wê hene, beriya 5 salan hevjînê wê wefat kir. Piştî wefata hevjînê wê, kurê wê dest bi tiryakkêşiyê kir. Piştî hemû hewldanên wê vala derket, wê jî çeteyên tiryakfiroş gotî ‘ji dêleva çete bikujin, bila di girtîgehê de be’ kurê xwe gilî kir. Kurê wê niha girtî ye û ew jî di malek xirabe de dijî.
Mechûre Polat a ku gelek nexweşiyên wê hene, debara xwe bi mûçeya jinebîtiyê û alîkariyên xurek ên Şaredariya Rêya Armûşê ve dike. Tenê daxwaza wê ew e ku xaniyê wê bê tamîrkirin û kurê wê yê girtî bê tedawîkirin.
MALA WÊ HATE ŞÊLANDIN
Mechûre Polatê diyar kir ku hevjînê wê ji avahiyê ketiye û pişta wî şikestiye û ji ber vê yekê demekê dirêj nekarîbû bixebite û rewşa wan a aboriyê xirabtir bûye û ev tişt got: “Me zarokên xwe di nava xizaniyê de mezin kir. Zewicîn û çûn. Piştî ew çûn ez û kurê xwe bi tenê man. Dema ez li Stenbolê bûm, kurê min û hevalên xwe hatine li malê tiryak bikar anîne. Piştî rewşa kurê min nebaş bûye, rakirine nexweşxaneyê û diz ketine malê, hemû kelûpel dizîne.”
NEÇAR MA KU KURÊ XWE GILÎ BIKE
Mechûre Polatê anî ziman ku kurê wê tiryak bikar dianî û tundî li wê kiriye û ew jî neçar maye ku kurê xwe gilî bike û wiha pê de çû: “Hewl dida min ji vî xanî derxe. Hevalên wî ji kurê min re digotin ‘dayika xwe ji malê derxe, em li wir tiryakê bikar bînin, dê cihekê me yê rehet çêbe’. Ji ber vê kurê min tundî li min dikir. Tiryakfiroşan dev ji kurê min benedidan, lê dixistin û gef lê dixwarin. Herî dawî ez neçar mam ku wî gilî bikim nexwe dê ev çetana kurê min bikuştana. Min jî got ji dêleva çete bikujin, bila di girtîgehê de be. Gelek caran ez çûm cem Walîtiyê û Qeymeqamtiya Rêya Armûşê, min alîkarÎ xwest. Ji bo tedawiya kurê min, ez li ber wan geriyam lêbelê piştgirî nedan min. Daxwaza min ew e ku kurê min bê tedawîkirin û bibe xwedî karek. Ciwanan ji vê tiryakê rizgar bikin, gelek dayikên wek min hene, ji wan re bibin alîkar.”
MA / Lutfî Pala