Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê rola rêzdar Ocalan bibe xwedî statuyeke hiqûqî

Parve bike:

AMED - Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku divê rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de bibe xwedî statuyeke hiqûqî û diyar kir ku bendewariya Kurdan jî ev e.

 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dike, neavêtina tu gavan ji aliyê dewletê ve dibe sedema xitimandina pêvajoyê. Her çend ji bo ji holêrakirina vê xitimandinê û ji bo pêşveçûna pêvajoyê pir caran bangên avêtina gavan tên kirin jî, desthilat guhê xwe ji van bangan re ker dike. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, têkildarî tiştên ku divê ji bo çareseriya xitimandina di pêvajoyê de werin kirin, axivî.
 
 
'HEKE MAFÊ HÊVOYÊ WERE SEPANDIN DÊ BANDORÊ LI PÊVAJOYÊ BIKE'
 
Guleç diyar kir ku pêvajoyên bidawîkirina pevçûnan bi giştî hêdî dimeşin, car caran radiwestin û car caran jî dîsa pêşçve diçin, lêbelê ji bo pêvajo nexetimin, divê tevdîrên pêwîst werin girtin. Guleç anî ziman ku pênasekirina rast a rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêkên têkildarî statuya wî, dikare xitimandina heyî ji holê rake û ev tişt got: “Rêzdar Abdullah Ocalan 27 sal in di girtîgehê de tê ragirtin. Şert û mercên tecrîda giran hatin sepandin. Li gorî berê di şert û mercên girtîgehê de hinek başbûn heye. Lê ev yek, wekî aktorekî çareseriyê, derfetê nade rêzdar Ocalan ku pêvajoyê birêve bibe. Divê em hem ji vî alî ve hem jî ji aliyê hiqûqî ve li mijarê binerin. Berî her tiştî divê ji bo rêzdar Ocalan 'mafê hêviyê' bê sepandin. 'Mafê Hêviyê' tenê bi sepandina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di nav Qanûna Înfaza Cezayê ya Tirkiyeyê de pêkan e. Heke ev guhertin were kirin, dê bandoreke erênî li ser pêvajoyê jî bike.”
 
STATU Û KOORDÎNATORÎ
 
Guleç destnîşan kir ku divê rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de bibe xwedî statuyeke hiqûqî û pêşniyara “Koordînatoriya Pêvajoya Aştî û Siyasîbûnê” ya ku berê ji aliyê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ve hatibû pêşkêşkirin bi bîr xist û wiha pê de çû: “Li gorî wê pêşniyarê, belkî nav dikare were nîqaşkirin. Nav ne pir girîng e. Ya girîng ew e ku mirov rola yek ji aktorên sereke ên vê pêvajoyê ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û bêçekkirinê armanc dike, bi statu û hincetên hiqûqî yên heyî re bîne ziman. Ez hêvî dikim ku ev statu were qebûlkirin. Bendewariya kesên ku keda xwe didin vê pêvajoyê, ya civakê û ya gelê Kurd jî ev e.”
 
'JI BO SERKEFTINA PÊVAJOYÊ DIVÊ QANÛNEKE TAYBET WERE DERXISTIN'
 
Guleç anî ziman ku rêyeke din a çareseriya xitimandina pêvajoyê derxistina qanûneke taybet e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca sereke ya vê qanûna taybet, danîna çekan a PKK'ê û derxistina tundiyê ji dewrê ye. Gelek gavên ku PKK'ê avêtine, nîşaneyên şênber ên vê yekê ne. Fesixkirina rêxistinê, dawîanîna li têkoşîna çekdarî, vekşîna jiTirkiyeyê nîşane û delîlên pir cidî û şênber in ku nîşan didin PKK dê dev ji têkoşîna çekdarî berde. Îradeyeke wiha derketiye holê. Tiştê ku piştî vê yekê divê were kirin, derxistina qanûneke taybet e ku ji bo kesên dixwazin siyaseta demokratîk bikin, tu cezayek neyê birîn. Dîsa qanûneke taybet a wiha hewce ye ku hemû kesên di bin banê PKK'ê de cih girtine, yên ji doza PKK'ê mehkûm bûne, yên di girtîgehê de ne û yên li Ewropayê di sirgûnê de ne karibin jê sûdê werbigirin.”
 
Guleç destnîşan kir ku divê hemû civak, bawerî, çand û pêkhateyên etnîkî yên li Tirkiyeyê ku dixwazin bi wekhevî û xwiş-biratî bi hev re bijîn, piştgiriyê bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, û diyar kir ku berpirsiyariya yekem di vê mijarê de li ser milê desthilatê û aktorên pêvajoyê ye. Guleç anî ziman ku divê rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û hemû beşên civakê piştgiriya pêwîst bidin pêvajoyê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Aştî tenê bi vî rengî dikare geş bibe. Wekî Baro, em jî amade ne ku ji bo aştiyê her tiştê ku ji aliyê hiqûqî ve hewce dike, bikin.”
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel