COLEMÊRG - Eren Baskin ê ku 34 sal in ji bo dîtina kujerên bavê xwe yê hatî qetilkirin têdikoşe, diyar kir ku divê komîsyona di bin banê Wezareta Dadê de hatî avakirin, li ser hemû cînayetên kiryar nediyar lêkolînê bike.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji sala 1995’an û vir ve her sal navbera 17-31’ê Gulanê wekî "Heftiya Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Windakirina di Bin Çavan de" bi bîr tîne. Di vê çarçoveyê de bi çalakiyên bîranînê yên tên lidarxistin, aqûbeta windakiriyên ku di bin çavan de bi zorê hatine windakirin tê pirsîn û tê xwestin ku kujerên wan werin aşkerakirin.
Eren Baskin jî yek ji wan kesan e ji bo vê yekê têdikoşe. Baskin, ji bo dîtina kujerên bavê xwe Abdulmecît Baskin ê ku di 30’ê Îlona 1993’yan de piştî hatibû binçavkirin û hatibû qetilkirin, 34 sal in ji bo edaletê têdikoşe.
Baskin ê ku di Komîsyona Windakiriyan a ÎHD'a Colemêrgê de cih digire, destnîşan kir ku heta polîtîkaya bêcezahiştinê bi dawî nebe, aştiyeke civakî ne pêkan e.
GOTINÊN BERÊ BI BÎR XIST
Baskin bal kişand ser "daîreya lêkolînkirina cînayetên kiryar-nediyar" a ku hatibû ragihandin dê di bin banê Wezareta Dadê de were avakirin û diyar kir ku ka dê kîjan dosya werin lêkolînkirin û hevrûbûneke çawa were kirin, tu agahî nehatine parvekirin. Baskin da zanîn ku berê jî gotinên bi vî rengî hatine rojevê û ev tişt got: "Bi salan e tê gotin ku dê pêvajoyên heqîqet û hevrûbûnê çêbibin, lê beşek mezin ji van gotinan pêk nehatin. Ji bo ku nava vê aştiya ku îro tê axaftin were tijekirin, divê bi êşên organîze re di wateya rastîn de hevrûbûn pêk bê. Heta ji bo polîsên berê yên ku digotin 'min gule reşand' jî biryara beraetê hate dayîn. Em bawer dikin ku dozên hatine vekirin jî bi rêk û pêk nayê lêkolînkirin. Bavê me hate qetilkirin, dosya wekî kiryar nediyar ma. Xwestina lêkolînkirina vê yekê ne sûç e, mafê me ye. Heta ku edaletek rastîn pêk neyê, aştiya civakî jî ne pêkan e.”
'DIVÊ BÊCEZATÎ BI DAWÎ BIBE'
Baskin bal kişand ser qedexeyên li ser Dayikên Şemiyê û wiha pê de çû: "Li tu derê cîhanê edaletek nîvco nabe. Divê astengiyên li pêşiya dayikên ku li zarokên xwe digerin werin rakirin. Ji bo welatekî ku mirov tê de ji windakirina di bin çavan de netirsin, divê gavên pêwîst werin avêtin. Divê kujerên Sabahattîn Alî heta Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz û kujerên hemû cînayetên siyasî yên hatine kirin werin aşkerakirin. Divê berpirsiyar di dadgehên serbixwe de were darizandin. Heta ku polîtîkaya bêcezatiyê bi dawî nebe, hevrûbûneke rastîn pêk nayê."