MÊRDÎN - Ferhat Kurtay û hevalên xwe ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyê xwe şewitandibûn, li Qoserê hatin bibîranîn.
Ferhat Kurtay, Eşref Yanik, Mahmût Zengîn û Necmîr Oner ku di serdema Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyê xwe şewitandibûn, di salvegera şehadeta xwe de li ser gora Kurtay a li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatin bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê hat lidarxistin û gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bîranînê bûn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Beşdaran, gulên sor danîn ser gora Kurtay.
Hevserokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salih Kuday diyar kir ku di meha Gulanê de li her çar aliyên Kurdistanê çalakî tên lidarxistin. Kuday, bi domdarî wiha got: “Meha Gulanê meha şehîdan e. Mînaka îşkenceya li Girtîgeha Amedê hatiye kirin di cîhanê de tune ye. Li gorî gotinên hevalên wê demê li wir bûn, ‘wê serdemê ne rojname ne jî pirtûk dikarin binivîsin.’ Tevgera Kurd û pêşengên wê, nîşanî her kesî dan ka divê li dijî wê wehşetê çawa li ber xwe bidin. Me di meha Gulanê de gelek bedel dan. Tevahiya hevalên me yên di meha Gulanê de bedel dayin, dê bêjî qey lihev kiribûn. Bi bersivên dane îşkencekaran re hemû dinya û dijmin heyîrî hiştin. Em li vir dîsa di serî de Çaran, hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û dibêjin ku dê têkoşîna wan bidomînin.”
Piştre jî Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan axivî û got: “Di destê tu kesekê wê demê di girtîgehê de çek tune bû. Tekane çeka wan bedena wan bû û bi şewitandina bedana xwe bersiv dan. Her kesên ji bo gelê Kurd canê xwe dane, rûmeta mezin a gelê Kurd in. Em di wê baweriyê de ne ku pêvajoya îro birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin jî bi saya van bedela ye. Gelê Kurd îro ber bi azadiyê ve dimeşe.”
Birayê Kurtay Mehmet Ferît Kurtay jî di bîranînê de axivî û spasiya beşdaran kir. Kurtay, got: “Serê gelê Kurd sax be.”
Bîranîn, bi kirina duayan bi dawî bû.