EDENE - Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç ku li Edeneyê beşdarî civîna gel bû, got: "Ji bilî yekitiya neteweyî tu çareyeke din tune. Divê hemû beşên civakê di bin sîwana yekitiyê de werin cem hev."
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Edeneyê civîneka gel li dar xist. Gelek kes beşdarî civînê bûn ku li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê pêk hat. Di civînê de agahî li ser xebata înîsiyatîfê hatin dayîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, delege hatin nasandin. Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê Suphiye Bayav, di civînê de axivî û bang li dewletê kir ku demildest gavên berbiçav ji bo aştiyê bavêje û diyar kir ku divê hemû girtiyên siyasî, bi taybetî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bên berdan.
'PÊDIVÎ BI YEKITIYA NETEWEYÎ HEYE'
Piştre, Hatice Tay Yuksel ji Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk armanc û hedefên înîsyatîfê bilêv kirin û bal kişand ser hewldanên yekitiya neteweyî. Hatice Tay Yukselê diyar kir ku divê gelê Kurd di vê pêvajoya heyî de yekitiyê bi dest bixe û got: "Îro, pêdiviya herî mezin a gelê Kurd yekitiya neteweyî ye. Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd têkoşîneke girîng da. Divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û yekitiya xwe ya neteweyî misoger bikin. Aştî bi yekitiya neteweyî tê."
Piştre Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç axivî. Kamaç diyar kir ku nîqaşên li ser yekitiya neteweyî ne tiştekî nû ne. Kamaç got: "Ji bilî yekitiyê wekî din tu çare tune ye. Bêyî yekitiyê aştî çênabe."
Civîn bi bersiva pirsan a beşdaran bi dawî bû.