Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Yildiz Çakar, îro serê sibê dema ji Almanyayê dihat, li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Çakar êvarê hat berdan û biryara girtinê ya li ser wê hebû hat betalkirin.

 
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, Yildiz Çakar serê sibê gihîşt Balafirgeha Stenbolê ku ji wir biçe Amedê. Di dema kontrola pasaportê de hat binçavkirin û birin qereqola polîsan a balafirgehê. Paşê ew birin qereqoleke din a polîsan a li derveyî balafirgehê û ji wir jî birin dadgehê. Li dadgehê bi rêya pergala SEGBÎSê derket pêşberî dozger.
 
Di lêpirsîna dozger de, Çakar bi îdiaya “propagandaya terorê” hate tawanbarkirin, lê wê ev îdîa qebûl nekir. Piştî temamkirina pêvajoyên hiqûqî, vê êvarê hate berdan û biryara girtinê ya heyî ya li ser wê hate rakirin.