Nivîskar Yildiz Çakar hate binçavkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Kurd Yildiz Çakar ku ji Almanyayê hate Stenbolê, hate binçavkirin. 
 
Nivîskara Kurd Yildiz Çakar dema dixwest ji Almanyaye derbasî Amedê bibe, li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin. Yildiz Çakar, piştî birin yekeya emniyetê ya li balafirgehê, sewqî dozgeriyê hate kirin. 
 
Têkildarî naveroka lêpirsînê û biryara dozgeriyê heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.