Li pêşiya Mizgefta Mezin dîwana dengbêjan hate danîn

Parve bike:
AMED - Di çarçoveya Cejan Zimanê Kurdî de li Mizgefta Mezin a li Sûrê dîwana dengbêjan hate danîn.
 
Li Amedê di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, ji aliyê saziyên zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk dîwana dengbêjan hate danîn. Dîwana ku li pêşberî Mizgefta Mezin hate danîn, dengbêj Naîfê Mûnisî, Sidîqê Pasûrî, Mistefayê Botî û Mihemedê Licê beşdar bûn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî çalakiyê bûn û welatiyan eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê dan.
 
Di çalakiyê de ji bo parastina zimanê Kurdî û têkoşîna li dijî bişaftinê banga xwedîderketina li Kurdî hate kirin.