Polîsên ku bi şaşî bi ser malekî de girtin îşkence li zarokekî kirin

Parve bike:

ÇEWLÎG - Li Kanîreşê ji aliyê polîsan ve deriyê malekî hate şikandin û li zarokekî 15 salî îşkence hate kirin. Piştî kontrola nasnameyê derket holê ku bi şaşî bi ser malê de girtine.

 
Li navçeya Kanîreş a Çewlîgê, polîsan bi ser mala welatiyê bi navê Sedat Bahşî de giritn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, polîsan deriyê malê şikandine û îşkence li A. Bahşî yê 15 salî kirin û milê zarok ji ber îşkenceyê hatiye şikandin. Piştî kontrola nasnameyê, derket holê ku bi şaşî ser wê malê de girtine. 
 
Polîs piştî ji malê veqetiyan, Mudiriyeta Emniyetê ya Kanîreşê li malbatê geriyaye û ji malbatê re got "pardon". Malbatê diyar kir ku dê der heqê polîsên bi ser mala wan de girtine, serlêdana sûc bikin.