NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê ji bo girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind û balê bikişîne ser girtiyên di greva birçîbûnê de daxuyanî da û xwest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî girtiyên bi navên Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglû û Huseyîn Ozen ên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê tên ragirtin û di greva birçîbûnê de ne, li gelek bajaran daxuyanî da.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek kes tev li bûn. Metna daxuyaniya hevpar ji hêla berdevka komîsyonê Meral Nergîs Şahîn ve hate xwendin. Meral Nergîs Şahînê, diyar kir ku girtîgehên bi ewlekariya bilind bandoreke giran a fîzîkî û psîkolojîk li ser girtiyan dike. Bi domdarî anî ziman ku Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglû û Huseyîn Onen bi daxwaza girtina van girtîgehan û cîbicîkirina daxwazên wan ên sewqkirinê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di berdewamê de jî wiha got: “Tahsîn Sagaltici ku di roja 266’an a greva birçîbûnê de ye, ketiye bin 40 kîloyan. Li ser zimanê wî birîn çêbûne, lingên wî bi birîn bûne û ji ber çalakiyê di mijara hafizeyê de pirsgirêkên girîng dijî.
Gurkan Turkoglû ku di roja 266’an a çalakiyê de ye, li ser erebeya astengdaran derdikeve hevdîtina parêzeran. Serê tiliyên wî dişewitin û êdî lingên xwe hîs nake. Di çoka lingê wî de adab çêbûye û dişewite.
Huseyîn Onen ê 57 salî jî di roja 247’an a greva birçîbûnê de ye. Serê wî û lingên wî birîn bûne, li ser erebeya astengdaran derdikeve hevdîtina parêzeran. Her wiha xwîn ji pozê wî tê û nikare xwe li ser pêyan bigire. Di 10’ê Nîsanê de bi hinceta ‘dê di bin çavdêriyê de bin’ rakirin Nexweşxaneya Bajar a Antalyayê. Hêj niha jî li wir in. Girtî ev 12 roj in li derveyî îradeya xwe di odeyên yekkesî de bêyî refeqetvan tên sekinandin. Ji neçarî hemû pêdiviyên xwe bi tena serê xwe cîbicî dikin. Ev jî rewşa wan a tenduristiyê girantir dike.”
DAXWAZ
Bi domdarî Meral Nergîs Şahînê anî ziman ku daxwazên girtiyan bi rehetî dikarin bên dabînknrin û ji Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê, Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê û Serbijîşktiya Nexweşxaneya Bajar a Antalyayê ev daxwaz kir:
“ *Divê di pêvajoya nexweşxaneyê ya Gurkan Turkoglû, Tahsîn Sagaltici û Huseyîn Onan de endamên malbatên wan weke refeqetvan li cem wan bin û ev daxwaz di çarçoveya mafê rêzgirtina li jiyana malbatê û alîkariya bibandor de were qebûlkirin.
* Hewceye malbat û parêzerên girtiyan di mijara rewşa tenduristiyê de bêyî were vehêlandin demildest bên agahdarkirin û girtî bikarin di şert û mercên nepen û li gorî rêgezên mafê parastinê de hevdîtinê bikin.
* Divê destûr bê dayin ku girtî ji hêla bijîşkên serbixwe ve bên ziyaretkirin û rewşa wan a tenduristiyê bê nirxandin.
* Divê daxwaza girtiyan a sewqkirinê û daxwaza bidawîkirina şert û mercên tecrîdê bê qebûlkirin û di dema pêvajoyên tibbî de rêz ji îradeya girtiyan re bê girtin û nêzikatiyeke li gorî rûmet mirovahiyê û yekparetiya bedenê bê nîşandan.
* Di mijara mafên girtiyan de divê hevkarî bi rêxistinên civaka sivîl ên li ser bingeha mafên mirovan xebatan dikin bê kirin, sepanên tecrîdê yên li girtîgehan tavilê bên bidawîkirin û daxwazên girtiyên ji bo protestokirina şertên tecrîdê ketine greva birçîbûnê demildest bên qebûlkirin.
LI GELEK BAJARÊN DIN DAXUYANÎ HATIN DAYIN
Di heman çarçoveyê de şaxên ÎHD’ê yên Êlih, Riha, Dîlok, Edene, Mêrsîn, Hatay, Îskenderûn, Antalya, Wan, Enqere û Mêrdînê jî jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de metna hevpar hate xwendin.