Rapora 3 mehan a girtîgehên Herêma Marmarayê: Hezar û 602 binpêkirinên mafan

Parve bike:

STENBOL- Şaxa ÎHD a Stenbolê, rapora xwe ya sê mehan a li ser binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir. ÎHD'ê diyar kir ku hezar û 602 binpêkirin hatine tespîtkirin û banga çareseriyeke lezgîn kir.

 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, "Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan li Girtîgehên Herêma Marmarayê" ya ku mehên Çile, Sibat û Adarê vedihewîne, eşkere kir. Rapor, bi civînekê çapemeniyê ya li avahiya komeleyê ya li Beyoglû ya Stenbolê hat lidarxistin, hat daxuyandin. Rapor ji hêla Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê Meral Nergis Şahîn û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD  Gulseren Yoleriyê ve hat xwendin.
 
Di raporê de hat gotin ku di mehên Çile, Sibat û Adarê de, Şaxa ÎHD a Stenbolê ji 14 girtîgehan serlêdan wergirtiye ku 8 ji wan li herêma Marmarayê ne. Di nav van girtîgehan de Girtîgeha Marmara/Sîlîvrî, Girtîgeha Tîpa Y ya Çorlû Karatepe, Girtîgehên Tîpa F yên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Tekirdagê, Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa L ya Hejmar 3 ya Maltepe, Girtîgeha Girtî ya Sakarya Ferizliyê, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Burhaniyeyê, Girtîgeha Girtî ya Îzmîr Bûcayê, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê, Girtîgeha T ya Yozgat Bogazlayanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 ya Xarpêtê û Girtîgeha Tîpa F ya Edeneyê hene. Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha Adarê de bi tevahî 65 serlêdan hatine kirin ku 13 di Çileyê, 25 di Sibatê û 27 jî di Adarê de  ku 59 ji van serlêdanan ji girtîgehên herêma Marmarayê hatine. Her wiha hat destnîşankirin ku 13 ji van serlêdanan ji aliyê jinan, 52 ji aliyê mêran, 2 ji aliyê welatiyên biyanî û 10 ji aliyê girtiyên ji ber sedemên edlî hatine kirin û di heman demê de 55 ji ber sedemên politik hatine kirin.
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku Şaxa ÎHD ya Stenbolê di mehên Çile, Sibat û Adarê de bi tevahî hezar û 602 binpêkirin tespît kiriye û hat gotin ku 3 li girtîgehên Marmarayê û 2 jê jî li girtîgehên li derveyî Marmarayê bi giştî 5 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de ev binpêkirin hatine tespît kirin: 244 binpêkirinên mafê tenduristiyê, 526 binpêkirinên xwegihandina xwarinê baş û gihîştina ava paqij û nepêkanîna pêdiviyên xwelênêrînê, 459 livûtevgerên îşkence, lêdan, muameleya xerab û rûmetşikên, 157 binpêkirinên mafê ragihandinê û tecrîdê, 14 binpêkirinên mafê gihîştina edaletê, 82 binpêkirinên mafê darizandineke adil û rêgeza wekheviyê di cezakirinê de û 9 grevên birçîbûnê.
 
PIRSGIRÊK
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku helwestên neyînî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan û Saziya Tiba Edlî (ATK) beşdarî berdewamiya binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan bûne. Di raporê de hat destnîşankirin ku kêmbûna bedêla îaşeyê û bi pereyan firotina pêdiviyên bingehîn, digel krîza aborî, ji bo girtiyan û malbatên wan zehmetiyên girîng çêkirine. Tawanbarkirinên li dijî kesên ku piştgiriya darayî didin hevgirtinê qels kirine û di heman demê de girtîgehên dûr û astengiyên aborî bi bandor mafên serdanê yên malbatan sînordar kirine. 
 
ÇARESERÎ
 
Her wiha di raporê de bidawîkirina tecrîdê, rawestandina îşkence û muameleya xirab, çareserkirina pirsgirêkên xwegihandina mafê tenduristiyê û edaletê, jiholêrakirina newekheviyên di cezakirinê de û pêşîgirtina li binpêkirinên mafê berdanê û gavên lezgîn hatin destnîşankirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirinên mafên mirovan tenê bi hesasiyeta raya giştî û têkoşîna civakî dikarin werin asteng kirin û banga hevgirtinê bi girtiyan û malbatên wan re hat kirin.