Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza çêbû
- Rojane
- |
- 21 Nîsan 2026 14:15
- |
COLEMÊRG - Li ser rêya Colemêrg-Wanê qezaya trafîkê çêbû û ciwanekî 18 salî jiyana xwe ji dest da.
Li ser rêya di navbera Colemêrg-Wanê de qeza çêbû. Hat zanîn ku qeza li devera gundê Xana Mûsa çêbû û di qezayê de ciwanê bi navê Yûsûf Turun li cihê qezayê jiyana xwe ji dest da. Welatiyê din ê di qezayê de bi giranî birîndar bûyî jî piştî mudaxileya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hat zanîn ku xetere li ser canê welatiyê birîndar heye.
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.