Îranê cezayê darvekirinê da 3 girtiyên Kurd
- Rojane
- |
- 21 Nîsan 2026 14:03
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê bi hinceta tevli çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” bûne, cezayê darvekirinê da 3 girtiyên Kurd.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO), ragihand ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê daye girtiyên Kurd Raouf Sheikh Ahmadî, Mohammad Faraji û Mohsen Eslamkhah ên li Girtîgeha Bokanê tên ragirtin. Li her sê girtiyên di sala 2025’an de ji hêla Dadgeha Şoreşê ya Mahabadê ve cuda cuda hatin darizandin, cezayê darvekirinê hate birîn. Îdiayên “Dijminatiya li Xwedê” û “ewantiya li ser rûyê erdê” weke hinceta cezayê darvekirinê hatin nîşandan.
Raouf Sheikh Ahmadi (25), di 26’ê Kanûna sala 2022’yan de li Bokanê di mala malbata xwe de hate girtin. Ahmadî, piştre jî sewqî navenda îstîxbaratê ya li Urmiyeyê û herî dawî 5 neh û nîvin tu agahî jê nayên girtin.
Muhammed Farajî (24) jî di 11’ê Çileya 2023’yan de li Bokanê hate girtin. Di demekî kin de sewqî tesîsa binçvakirinê ya îstîxbaratê ya Urmiyeyê.
Mohsen Eslamkhah ê dema hatî girtin 16 salî bû jî demekî kin piştre sewqî Navenda Îstîxbaratê ya Urmiyeyê hate kirin. Zêdetirî 40 rojan agahî ji Eslamkhah nehatin girtin. Piştre jî sewqî Girtîgeha Bokanê hate kirin. Der heqê Eslamkhah de biryara darvekirinê hate dayin.
Parastvanên mafên mirovan, diyar kirin ku îşkence li her sê girtiyan hatiye kirin û bi darê zorê îtîraf bê dane kirin.