Piştî maçê li dijî Amedsporê êrişa nijadperest pêk hat
- Spor
- |
- 19 Nîsan 2026 19:54
- |
AMED - Piştî maça di navbera Amedspor û Bandirmasporê de, êrişeke nijadperest li dijî endamên rêveberiya Amedsporê û alîgirên wê pêk hat.
Di hefteya 36’emîn a Lîga 1’emîn a TFF’ê de, Amedspor li qada Bandirmasporê bû mêvanê. Di maça ku li Stadyuma 17’ê Îlonê hat lîstin de, Amedspor bi 2-0 têk çû. Lêbelê ji encama maçê zêdetir, bûyerên ku li hundir û derveyî qadê qewimîn bal kişandin.
Berî ku maç dest pê bike, komek ji alîgirên Bandirmasporê berê xwe dan trîbuna protokolê. Vê komê li dijî heyeta Amedsporê ku Serokê Amedsporê Nahît Eren û Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya jî di nav de bûn, dirûşmên heqaretê berz kirin. Herwiha hat diyarkirin ku li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê jî gotinên nexweş hatin gotin.
Berî destpêkirina maçê, li stadyumê muzîka rêzefîlma "Kurtlar Vadisi" hat guhdarîkirin ku ev yek wekî peyamekê hat dîtin. Ji ber zêdebûna rageşiyê, polîs ketin nav qadê da ku rageşiya di navbera her du aliyan de asteng bike.
Piştî bidawîbûna maçê, rageşî li stadyumê jî pêk hat. Endamên rêveberiya Amedsporê û alîgirên ku dixwestin ji stadyumê derkevin, rastî êrişên devkî û fîzîkî yên komek alîgirên Bandirmasporê hatin. Li gorî agahiyan, di encama van êrişan de hinek alîgirên Amedsporê birîndar bûne.